DEM Partî: Gel û bawerî li Sûriyeyê bi xetereya komkujiyê re rû bi rû ne

Komîsyona Gelan û Baweriyan a DEM Partiyê li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da û got, “Em bang li civaka navneteweyî dikin ku ji bo jiyana hevpar a aştiyane ya gelan, bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê.” KOMÎSYONA GELAN Û BAWERI

KOMÎSYONA GELAN Û BAWERIYAN A DEM PARTIYÊ

Komîsyona Gelan û Baweriyan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxuyanî da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Piştî ku komên radîkal ên bermayiyên DAÎŞ’ê yên di bin sîwana HTŞ’ê (Heyet Tahrîr El-Şam) de ji Îdliba di bin kontrola Tirkiyeyê de derketin û di 8’ê Kanûnê de ber bi Şamê ve çûn û rejîma Baas hilweşiya, şerê li Rojhilata Navîn li dijî gelan û baweriyan gihîşt asteke nû û tehdîdeke mezin derxist holê.

Daxuyaniyên serokê HTŞ’ê Ebû Mihemed Colanî yên di dema borî de, ku bi zelalî diyar kiribû ku li Sûriyeyê cihê Nuseyrî, Xiristiyan û kemîneyên din tune ye, fikarên kûr li ser hemû gel û baweriyên ku li herêmê dijîn çêkiriye. Îro ji ber bandora şer bi deh hezaran mirov neçar man malên xwe biterikînin. Bi taybetî jî gelên Kurd, Ereb Elewî, Suryanî, Yewnan-Ortodoks, Yewnan-Katolîk û gelên din di bin xeteriyeke mezin de ne.

Ji bilî HTŞ’ê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) ku rasterast ji aliyê AKP’ê ve tê birêvebirin, zilmê li Elewiyan dike. Nûçeyên bi vî awayî di raya giştî de cih girtiye û bi deh hezaran Elewî ji ber ku ewlehiya jiyana wan di bin xeteriyê de ye, terka axa xwe kiriye û koçber bûne.

Di encama êriş û bombebaranên çeteyên ANS’ê de Kurd û gelên din ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbên giran dixwin. Li vê herêmê li dijî sivîlan komkujiyên mezin tên kirin.

Bi tirs, fikar û wêraniya ji ber şerê li Sûriyeyê derketiye holê, gotinên nefretê û hedefgirtina gelek kes û komên baweriyan bi taybetî Elewî, Asûrî, Yewnanî-Ortodoks, Yewnan-Katolîk û Êzidî zêde bûne. Li Tirkiyeyê li ser medyaya dîjîtal heqaret û gefên li dijî Elewî û kêmneteweyên din tên kirin û bêdengiya rayedaran a li pêşberî van sûcên nefretê cesaretê dide êrîşkaran. Berpirsyariya her êrîşên ku di vê atmosfera nefretê de çêdibin, aîdî desthilatê ye ku tawanên nefretê paşguh dike.

Em weke DEM Partiyê tînin zimên ku em ê li dijî hemû zordariyan ku li dijî gelên Ereb Elewî, Kurd, Levantî, Asûrî, Êzidî, Durzî, Îsmaîlî, Îmamî, Suryanî, Tirkmen, Ermenî, Çeçen û gelên din ên li Sûriyeyê tên kirin, têkoşîna xwe bidomînin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku ji bo bidawîkirina vê wêraniyê û misogerkirina jiyana hevpar a aştiyane ya gelan, bi awayekî lezgîn bikevin nava liv û tevgerê. Ji bo pêşî li komkujiyên muhtemel ên li dijî hemû gel û baweriyên li Sûriyeyê dijîn, divê hemû hewldanên pêwîst bên kirin.”