Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Dayikên Şemiyê: Têkoşîna me ta bi dîtina wendayê dawîn wê berdewam be

Dayikên Şemiyê, bertek nîşanê destgîrkirinê da û got: ‘’Ta bi dîtina wendayê/a dawîn wê gera me ya li edaletê berdewam be.’’

Dayikên Şemiyê wek her car vê hefteyê jî çûn Qada Galatasarayê û xwest li aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên girtin û cezakirin. Polîsan êrişê dayik û mafparêzan kir û ew destgîr kirin. Dayikên Şemiyê, li dijî vê neheqiyê li avahiya ÎHD’a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. 

 ‘DIXWAZIN DELÎLAN TUNE BIKIN’ 

 Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Şevîn Çelîk axivî û bi bîr xist ku Dayikên Şemiyê 28 sal in bêyî navber ji bo edaletê têdikoşin û 28 sal in dewlet dixwaze ser rastiyan bigire û bi qedexe û astengiyên desthilatê re rû bi rû ne. Çelîk, got hewila girtina ser sûcên ku hatine kirin tê dayîn û delîlên wan ji holê bên rakirin. Çelîk da zanîn ku desthilat ango qeymeqam û Walîtiya Stenbolê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ku ji bo Qada Galatasarayê “binpêkirin” daye ji nedîtî ve tê û tê xwestin ku serwerya hiqûqê ji holê bê rakirin. 
 Çelîk, daxwaz rêz bi rêz kirin û anî ziman ku ew wek Dayikên Şemiyê pêkanînên li ser xwe qebûl nakin û dayik dixwazn demildest aqûbeta windayan eşkere bibe û kujer bên cezakirin û edalet bi cih were. Çelîk anî ziman ku ew naxwazin ku e din kesekê/e din bê destgîrkirin û dawî li qedexeya li ser Qada Galatasarayê bê anîn. 

 ‘EM Ê TÊBIKOŞIN’ 

 Huseyîn Ocak ê kekê Hasan Ocak ku di sala 1995’an de hatiye windakirin axivî û destnîşan kir ku 28 sal berê çawa rojek wek îro dest bi têkoşînê kiriye û hêj jî berdewam e, ew ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin û heta windayekê/e wan hebe ew ê têbikoşin. 

 ‘BILA PEYKERÊ DAYIKAN LI QADÊ BÊ DANÎN’ 

Hanim Tosûn a ku hevjînê wê Fehmî Tosûn hat windakirin jî axivî û anî ziman ku Tayyîp Erdoganê ku ji dayikan re got: ‘‘Pirsgirêka we pirsgirêka min e’’ niha jî Qada Galatasarayê li dayikan qedexe dike û wiha axivî: “Galatasaray a me ye û wê ya me bimîne. Wê li Qada Galatasarayê peykerê Dayikên Şemiyê bê danîn. Ya hûn ê gorekê nîşanî me bidin ya jî hûn ê peykerê dayikan çêbikin. Me li Galatasarayê dengê xwe ragihand hemû cîhanê. Em soz didin hemû dayikên cangorî; heta ku windayekê/e me jî bimîne em ê dest ji vê têkoşînê bernedin.” 
 
‘GALATASARAY GORA WINDAYÊN ME YE’ 

Ayten Morsumbul ku tiyê wê Huseyîn Morsumbul di 18’ê îlona 1980 de li Çewlîgê hatiye windakirin axivî û destnîşan kir ku ew ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin û got: “Qada Galatasarayê, gora windayên me ye.”