Bakirhan: Me rotaya siberojê diyar kir

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan diyar kir ku wê di dema nû de rêxistinbûn û pêşketinê esas bigirin û got: “DEM Partiyê li Tirkiyeyê encamên hilbijartinê û rotaya siberojê diyar kiriye.”

CIVÎNA MECLÎSA PARTIYÊ YA DEM PARTIYÊ

Meclîsa Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo encamên hilbijartinê binirxîne û xeta têkoşînê ya serdema pêş diyar bike li Navenda xwe ya Giştî dicive. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di civînê de axivî.

Bakirhan, da zanîn ku di civîna Meclîsa Partiyê ya ku dê du rojan berdewam bike de dê encamên hilbijartinê û pêvajoya siyasî binirxînin û qala hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê kir û wiha got: “Hilbijartin ji bo gelan, kedkaran, ciwanan, jinan û kurdan bû ronahiyek û rêyeke nû.

Bakirhan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê kurd di 31’ê Adarê de xwedî li vîna xwe derket. Feraseta qeyûm û qeyûm şandin û deng dan partiya xwe û li cem partiya xwe sekinî. Gelê herêmê ji rant, hilweşîn û talanê re gotin na. Li dijî her cure hîle û derewan, li dijî bertîlê di bin banê DEM Partiyê de kom bû û dîsa şaredarî bi dest xistin.  

Li Tirkiyeyê dîsa bindest, kedkar, jin û ciwan di bin banê DEM Partiyê de kom bûn û di rêveberiyên herêmî de bûn xwedî gotin. Ev gelek binirx û biwate ye. Dema me dest bi hilbijartinê kir jî me gotibû; em ê şaredariyên herêmê yên qeyûm bi rê ve dibin bi dest bixin. Me gotibû ku em ê qeyûman bişînin û li aliyê Tirkiyeyê jî li cihê ku gelê me lê dijî dê vîna wan di rêveberiyê de cih bigre. Her du stratejiyên me jî bi awayekî serkeftî pêk hatin.

DEM PARTIYÊ NEXŞERÊYA PÊŞEROJÊ DIYAR KIRIYE

DEM Partî nexşerêya encam û pêşeroja Tirkiyeyê diyar kiriye. Bi hîle, dek û dolab û derewan, bi hilbijêrên heram îradeya Şirnex, Bedlîs, Qers gelek navçe û bajarokên me hatine xespkirin. A rastî Qers, Bedlîs û Şirnexê bi ser ketine. Yên ku Qers, Şirnex û Îdirê bi hilbijêrên qaçax dizîne winda kirine. Em hemû bajar û navçeyên di rewşa Qers, Îdir û Şirnexê de ne silav dikin û hezkirinên xwe ji wan re dişînin. Xem nekin we winda nekir, îradeya we xesp kirin.

Bawer bin em ê li wan deran xebatên xurttir bikin. Em ê bi heztir xwe bi rêxistin bikin. Em bi hev re di hilbijartinên pêş de dizên ku bi dengên heram û qaçax îradeya me xesp kirine, bişînin û dê îradeya gel serwer bikin. Me di herêmên ku winda kirine de kêmasiyên xwe dîtin. Helbet em ê serkeftinên xwe pîroz bikin lê belê em civînan ji bo pîrozbahiyan li dar naxin. Em ê di civînên xwe de kêmasî, nebesî sedemên windakirinê diyar bikin û em ê ji bo çareseriyê hewldanên xwe zêde bikin. Erê serkeftinek heye lê belê ev serkeftin ya gelên me ye, kêmasî û nebesî yên me ne. Em ji kevneşopiyekî wisa tên. Em ê di van civînan de kêmasî û nebesiyên xwe tespît bikin û dê xebata ji holêrakirina van kêmasiyan bidin meşadin.”  

Hevalên hêja perspektîfa me ya serdema nû gelekî zelal e. Em ê xwe bi rêxistin bikin û mezin bibin. Bila gumana kesê nebe em ê bi awayekî xurttir xwe bi rêxistin bikin. Em ê li bajarên ku lê birêxistin û nebirêxistin xebatên girîng bikin. Bi van hilbijartinan re firsendeke girîng kete destê me. Belê em ê mezin bibin. Tenê serkeftina li Kurdistanê û lihevkirina bajar a li Tirkiyeyê û ketina rêveberiyan tê ra nake, em ê zêdetir mezin bibin. Em ê bingeha tifaqên demokratîk ên di hilbijartinên herêmî de derket holê mezin bikin û encam bikin. Xebata tifaqa demokratîk jî dîsa yek ji xebata ku em ê weke Meclîsa Partiyê bikin e. Ji Colemêrgê heta Îzmîrê, ji Wanê heta Stenbolê ji Colemêrgê heta Îdirê gel daxwaza guherînê aniye ziman.

Di 31’ê Adarê de gelê kurd û gelên Tirkiyeyê gelek peyam dan. Peyama ewil peyama gelê kurd e. Gelê kurd ji polîtîkayên înkarkirina gel, dijminatî, zilm, qeyûman re got na û ev polîtîka di sindoqê de hiştin. Em wan pîroz dikin. Careke din di mijara çareserkirina demokratîk a pirsgirêka kurd de vîna xwe nîşan da. Ez dixwazim ji civîna me ji bo çareseriya vê pirsgirêkê bangekê li desthilatê li partiya muxalefetê bikim; we sedsalek bi înkarkirina vîna gelê kurd winda kir. Dema ku di sedsala duyemîn de vê vînê nas bikin hatiye. Em ê destûrê nedin ku sedsaleke din dîsa bi vî gelî 86 milyonan bidin windakirin. Peyama duyemîn bû demokrasiya zêdetir. Gelên Tirkiyeyê di sindoqê de gotina xwe kiriye yek û navê vê jî bûye demokrasiya zêdetir.

DESTÛRA BINGEHÎN A DEMOKRATÎK

Çareseriya meseleya kurd; meselya elewiyan, pirsgirêkên wekhevî û edaletê destûreke bingehîn a demokratîk e. Li ser vê yekê gelek xebatên me yên hêja hene. Ez dixwazim diyar bikim ku di rojên pêşiya me de em ê di encama nîqaşan de xebatên destûra bingehîn a demokratîk belavî her çar aliyê Tirkiyeyê bikin, bi gelên Tirkiyeyê re bicivin û em ê vê meseleyê bi wan re nîqaş bikin.  

RÊYA SÊYEMÎN

Peyameke din a Rêya Sêyemîn da jî ew bû ku gel di sindoqê de ji xizanî û birçîtiyê re got na. Teqawîdan qêrîna xwe di dengan de nîşan dan. Ciwanan ji bêpêşerojiyê re gotin na. Karkeran gotin barê fatoreya krîzê ‘em nahilgirin’. Gelê kurd, elewiyan daxwazên xwe yên hemwelatîbûna wekhev bi awayekî zelal danîn holê. Ya ku dikeve ser milê me jî van peyaman bibin rojeva gelên Tirkiyeyê û xwedî lê derkevin û encam bikin.

Perspektîfa me ya ji bo sala 2028’an ne tenê li ser hebûn an jî xizaniya gel û avahiyan e; wê bi perspektîfeke damezrîner a avaker dewam bike. Pêşî li deskeftiyên gelê kurd û gelên Tirkiyeyê bigirin, em ê hemû xebatên xwe yên li ser van esasan bidomînin. Em ê tucar qûre nebin ku em bi ser ketine. Armanca me dê ew be ku em bigihin serkeftinê û li ser esasê siyaseta demokratîk siyaseta çareserî û muzakareyê berfireh bkin.  

Di vê mijarê de bi rastî jî DEM Partî ji bo Tirkiyeyê şanseke. Em di ferqa wê berpirsyartiya ku gelê me li me bar kiriye de ne û gelek wate didinê. Hêz, vîn û vizyona me ya ku em vê serbixînin heye.

Ez dixwazim diyar bikim ku em ê rojekê teqez aştî, demokrasî û dadmendiyê bînin Tirkiyê û em ê van hewldanan bi rengekî çalak bidomînin. Her wiha em ê bi rêya rêveberiyên xwe yên herêmî civakê ji aliyê siyasî, aborî û çandî ve biparêzin. Di feraseta me ya şaredariyê de belavkirina rantê nîne, rantperestî nîne. Di feraseta me ya şaredariyê de şaredariyên di nava deynan de nînin. Cihê me ne avahiyên şaredariyê ne, cihê me kolan in, cade ne, mal in, gund in. Her cihê ku mirovên me lê dijî ne. Ji ber vê yekê em ê destê xwe bidin gel, em ê bi gelan re biryaran bigirin û bi gel re bi rê ve bibin. Ji bo xizmet 7 roj û 24 saet in. Ev dê wiha bidome. Siyaset karê rêxistinên me yên bajêr û navçeyê, lijneyên me yên rayedar, navenda me ya giştî û parlamenterên me ne. Xizmet karên şaredariyên me ye.

Em ê hewl bidin texrîbatên qeyûman û şaredarvaniya rantê ya AKP’ê afirandiye demildest ji holê rakin. Hûn jî li qadê bûn, bi rastî jî li ser navê şaredarvaniyê tiştek tune bû. Şaredariyên me yên deriyê wan ji gel re girtî bûn bi qeyûman bi feraseta AKP’ê ya rantxur re hatine talankirin. Me bi hev re dît. Piştî ku me şaredarî bi dest xistin û deynên zêde derketin holê di şaredariyan de çi hatiye kirin hate dîtin. Gelek şaredariyên me ewqas zêde hatine deyndar kirin ku 50 salan jî bixebitin nikarin deynên AKP’ê û qeyûman ji holê rakin. Tevî van hemûyan em ê bixebitin û hewl bidin bi ser bixînin.

Hûn dizanin ku krîzeke aboriyê ya mezin a bandorê li tencereyan û sifreyan dike heye. Di nava 5 salan de dê sibê û êvarê li dijî xizanî, birçîtî, bêkarî, bêpeşerojiyê em ê gel biparêzin. Peywîra şaredariyên me dê hebe. Em ji kevneşopiyeke ku tişta dibêje dikin tên.

EM Ê LI PIŞT GOTINA XWE BISEKININ

Ne tenê em hevrikên me jî baş dizanin. Di mitîngên hilbijartinê de hûn jî hebûn; em bi hev re tev li gelek xebatan bûn me li wir jî got. Yek şaredariyê me dema xizmet nekir dê nikare serê xwe deyne ser balif. Yek kolan û beşa civakî namîne ku jê re xizmet nekiribe. Deng dabe me nedabe, cihekarî li kesê nayê kirin. Feraseta me ya xizmeta ji bo herkesê me dike em. Ji ber vê yekê gelên me yên li wan herêman dijîn deng dan û hevalên me hilbijartin. Em li pişt gotina xwe ne. Hûn ê li qadê bibin şopdarên van gotinan.

Di herêmê de gengeşiyekî mezin hene û di van şert û mercan de hewldanên şer çareserî nin in. Çareserî xistina meriyetê ya polîtîkayên aştiyê ne. Dermanê ve yekê ev e. Ez pê bawer im ku gelên li Tirkiyeyê jî vê rastiyê dibînin. Berpirsyariya me ye ku em vê rastiyê nîşanî rêveber û aqlê dewletê jî bidin. Riya çareseriyê aştî ye, bêhtir demokrasî û esasgirtina îradeya ji sindoqê derdikeve ye.

Ji duh ve nîqaşek dest pê kiriye. Em bi nîqaşên Tirkiyeya berê re rû bi rû dimînin û ji tu kesî re fêdeya van nîqaşan nîn e. Yên ku tevî hemû zextan şaredarî winda kirine, niha bi hin hincet û sedeman bi şaredariyên me ve mijûl dibin. Tu feydeya vê yekê ji tu kesî re nîn e, me vê yekê dît. Rewşa xirabeyên ku bi tayînkirina qeyûmên derketiye holê li ber çav in. Rewşa demokrasiyê Tirkiyeyê di holê de ye. Tekane nexşerêya şaredariyên heye, ew jî bêyî ji holê rakirina rastiya civakê birina xizmetê ye. Şaredariyên me ji destpêkê heya niha li gorî vê rastiyê tevdigerin û dê bi heman awayî tevbigerin. 

TEKANE NEXŞERÊYA ME XIZMETA GEL E

Şaredarî ji bo xizmeta gel hene û divê bi vî awayî werin zanîn. Bila bi ser remzan tu kes şaredariyên me tewanbar nekin. Tu fêdeya vê ji civakê re nîn e. Di vê hêlê de daxuyaniyên hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê û hevşaredarên Bajarê Mezin ên Mêrdînê kirine esas in, rast in. Em ji peywirdarkirina mufetîşan natirsin, jixwe mufetiş ji şaredariyên me dernakevin. Divê ji bo talan, qer û diziya hatiya hiştin were lêkolînkirin. Em ê kirina xizmeta gel bidomînin. Tekane nexşerêya me heye ew jî xizmeta gel e. Şaredariyên me vê yekê baş pêk tînin û dê vê yekê bidomînin.

Hevalên hêja, em ji pêvajoyekî zehmet derbas bûn. Texmînkirina pêvajoya li pêşiya me ne zehmet e. 31’ê Adarê riyek û bingehek ava kiriye. Niha pêdivî bi mezinkirin û xistina meriyetê heye. Me bi 8’ê Adarê dest pê kir û bi girseyî, coş û xebatekî pir hêja hevalên me yên jin xebatek derxistin holê. Me li gorî salên derbasbûyî Newrozekî bi heybet pîroz kir. Me li Yenîkapiyê, li Amed û Êlihê Newrozên girseyî li dar xistin. Me di 31’ê Adarê de îradeya xwe ya hatiye xespkirin bi serkeftinekî mezin paş ve stend. Niha em ê bi 1’ê Gulanê bi awayekî xurttir rêwîtiya xwe bidomînin. 

Dixwazim ji niha ve bangawaziya 1’ê Gulanê bikim; Niha tevahî rêxistin û lijneyên me yên li bajar û navçeyan, bi qasî Newroz û hilbijartinan giranahiya xwe bidin çalakiyên 1’ê Gulanê. Li ku derê pîrozbahî hebin divê gelê me bi kedkaran re bi coşeke mezin tev li bibe. Partiya me ji bo cewhera 1’ê Gulanê pîrozbahî werin kirin, dê bibe xwedî hewldanekî mezin. Di herêman de xebatên şaredariyên me dest pê kirin. Dema dermankirina taxrîbatên hatine avakirin e. Em ê nekevin pey nîqaşên vala. Bi giştî jî têkoşîna aştî, demokrasiyê û azadiyê li benda me ye. Em dikarin vê jî têxin meriyetê, heke em bawer bin, em karibin pêk bînin.”