YDG-H: Em ê têkoşîna hevrê Seyîtxan bidomînin

YDG-H: Hevrê Seyîtxan, 24 saetan ku dixebitî di rêxistinkirin û têkoşîna ciwanên Kurdistanî yên rastî polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk a faşîst mêtinkar tên de rolekî girîng lîstiye.

YDG-H têkildarî Seyîtxan Dede (Gelhat Gever) ê 26’ê Tîrmehê li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di encama êrîşa dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek da. YDG-H’ê got: “Hevrê Seyîtxan, 24 saetan ku dixebitî di rêxistinkirin û têkoşîna ciwanên Kurdistanî yên rastî polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk a faşîst mêtinkar tên de rolekî girîng lîstiye.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Dede li gelek qadan wezîfe û berpirsyartî hilgirtiye û herî dawî li Botanê di asta berpirsyartiyê de wezîfedar bû û wiha hat gotin: “Hevrê Seyîtxan, 24 saetan ku dixebitî di rêxistinkirin û têkoşîna ciwanên Kurdistanî yên rastî polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk a faşîst mêtinkar tên de rolekî girîng lîstiye. Heval Seyîtxan Dede (Gelhat Gever) ji roja ku tevlî têkoşînê bûye bi kesayet, sekin, têkoşîn û dilnizmiya xwe mînak bû. Li her qadên lê bi biryardarî û  cesareta xwe ji serhildanan re pêşengî kiriye, ciwanan bandor kirine û tevlî têkoşînê kirine.

Em wek YDG-H diyar dikin ku em ê bîranîna hevrêyê me Seyîtxan bidin jiyîn, armancên di oxira wê de şehîd ketiye bi biryar pêk bînin. Em soz didin bi avakirina Kurdistaneke azad em ê ji hevrê Seyîtxan re bibin bersiv. Garantiya soza ku wê xwîna hevrê Seyîtxan li erdê nemîne di serî de didin ciwanên Kurdistan û gelê Kurdistanê.”

Seyîtxan Dede yê bi nasnav Gelhat Gever sala 1992'yan li Geverê ji dayik bû, sala 2013’an tevlî têkoşîna azadiyê bû. Gever 26’ê Tîrmeha 2015’an li Nisêbînê jiyana xwe ji dest da.