NÛ BÛ

YBŞ’ê têkildarî êrîşên Şengalê daxuyaniyek da

Feramandarê YBŞ’ê Mezlûm Şengalî, diyar kir ku balafirên şer ên artêşa Tirk li Şengalê welatiyên sivîl kirine hedef.

Mezlûm Şengalî, destnîşan kir ku li nuqteyên YBŞ’ê û cihên Pêşmerge lê bi cih bûne hate xistin.

Ji Fermandarê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Mezlûm Şengalî têkildarî êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk a li ser Şengalê ji ANF’ê re axivî. Şengalî diyar kir ku di êrîşa balafirên şer a li Şengalê de, sivîlek jiyana xwe ji dest daye û şervanek jî birîndar bûye.

Mezlûm Şengalî destnîşan kir ku cihên Pêşmerge jî lê bi cih bibûn jî hatine hedefkirin, li gorî agahiyên gihiştî ber destê wan, 5 Pêşmerge jiyana xwe ji dest dane, 9 jî birîndar bûne.

Her wiha Şengalî bibîr xist ku jîngehên ku sivîl jî lê ne hatine hedefkirin û wê têkildarî mijarê di saetrên pêş de daxuyaniyek bidin.