‘Xwedîderketina li Rêber Apo erka me ye’

Gelê Şengalê bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin çalakiya bi kon dabû destpêkirin. Çalakî di roja 5’an de didome.

Çalakiya gelê Şengalê bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin di roja pêncan de didome.

Çalakiya ku li baxçeyê Rêber Apo ya li Geliyê Kersê yê girêdayî Şengalê hate lidarxistin, bi serdana sazî û rêxistinên civaka Êzidî berdewam dike. Îro jî Asayîşa Êzidan û her wiha meclîsên gel ên Serdeşt, Tilizêr û endamên şaredariyên gel çalakiya bi kon devr girtin.

Di serî de berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sabiha Sebrî di derbarê çalakiyê de axivî .Sabîha Sebrî diyar kir ku dijminên mirovahiyê mîmarê fikir û felsefeya jiyana azad Rêber Apo tecrît dikin û her ku fikra Rêber Apo gerdûnî dibe tecrîd jî girantir dibe. Sabîha Sebrî got “Em weke civaka Êzidî fikr û felsefeya Rêber Apo yekane rêya azadî û demokrasiya cîhanê dibînin û em kiryarên li beramberî Rêber Apo napejirînin. Di heman demê de em qebûl nakin ku PKK di nav lîsteya terorê de be jî. 

Li ser Asayişa Êzidxanê yek jî endamên Rêveberiya Asayişê Nasir Xêro jî li ser navê parastina hindirîn Axivî. Nasir da diyar kirin ku fikra Rêber Apo kiriye ku civaka Êzidî xwe rêxistin bikin û got “Ji bo me erkek e ku em ji bo Azadiya Rêber Apo û ji bo PKK ji lîsteya terorê derbikevin çalakiyan li dar bixin. Em azadiya Rêber Apo wekî azadiya xwe dibînin.”

Li ser navê Meclîsa  Gel ya Serdeştê jî Xelîl Hecî peyam da û wiha got: “Em silavên xwe li Rêber Apo û li tevahî şervanên Rêber Apo dikin. Ev 43 sal in ku PKK li beramberî tevahî dagirkeriyan di şert û mercên herî zor de li ber xwe dide. PKK şerekî bi exlaq û bi pîvan dide meşandin.  Ji ber ku Rêber Apo, fikra azadiyê ji bo tevahî civakan ava kiriye û PKK jî bi hewara tevahî civakan ve diçe û gel ji qetlîam û tunebûnê rizgar dike. Ji ber vê jî li ser Rêber Apo tecrîd û kirinê li dijî pîvanên mirovahiyê tên ferzkirin. Em civaka Êzidî diyar dikin ku em li dijî tecrîdê ne û em qebûl nakin ku PKK di lîsteya terorê de be.”

Di çalakiyê de sînevîzyona li ser ramanên Rêber Apo hate temaşekirin û goven hate gerandin.