BI DÎMEN

Tecrîda li ser Ocalan li Rûsyayê hat şermezarkirin

Kurdistaniyên li Rûsyayê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin, "Li şûna ku Tirkiye li xwe vegere û dest bi lêgerîna rêyên çareseriyê bike, hikûmet careke din serî li siyaseta dij bi Kurd daye."

Kurdistaniyên li paytexta Federasyona Rûsyayê Moskowa dijîn û saziyên Kurd ên wek Yekîtiya Navneteweyî ya Rêxistinên Civakî yên Kurd, Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê, Rêxistina Parastina Mafên Kurdên li Moskowayê "Mezopotamya" û Organîzasyona Jinên Kurd ên li Moskowayê "Viyan" jî di nav de, daxuyaniyeke hevbeş dan çapemeniyê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Daxuyanî bi amadebûna hejmareke zede ya Kurdistaniyan, îro danê sibehê li ber avahiya Mala Kurdan hat dayîn. 

Rojnamevan Kurdistan Lezgiyava daxuyaniya hevbeş xwend û bal kişand ser tecrîda demeke dirêj e li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin. Lezgiyava bibîr xist ku di destpêkê de hevdîtinên bi parêzeran re hatibûn astengkirin, niha jî hevdîtinên bi heyeta Îmraliyê re tê astengkirin û got, "Ev nêzîkatiya dewleta Tirk bi ti awayî nayê qebûlkirin. Ji xwe encamên hilbijartinên dawî yên li Tirkiyeyê nêzîkatiya gelê Kurd û gelên Tirkiyê li hemberî polîtîkaya ku AKP van 13 salên dawî dimeşand bi zelalî derxistin holê."

'SIYASETA DIJ BI KURD DIKARE TIRKIYEYÊ BER BI FELAKETÊ VE BIBE'

Lezgiyava da xuyakirin ku Tirkiye li şûna li xwe vegere û dest bi lêgerîna rêyên çareseriyê bike, hikûmetê careke din serî li siyaseta xwe dij bi Kurd daye û ev xal destnîşan kir:

"Aşkera ye ku israra vê yekê dikare Tirkiyê tenê ber bi felaketê ve bibe. Divê Tirkiye êdî qebûl bike ku bêyî Rêber Apo çareserkirina pirsgirêka kurd ne gengaz e û ji windakirina demê bêtir divê ser rêyên çareseriyê biponije û derfetên meşandina muzekereyên bênavber ava bike.

Hemû senaryoyên derveyî xeta çareseriyê ku Rêbertî pêşniyar dike, mehkûmî binketinê ne. Hewldanên çareserkirina pirsgirêkan bi rêya bikaranîna zext û çekan wê bibin sedema pêkhatina kabûsa Tirkiyê ya parçebûna dewletê. Rêya arambûna Tirkiyê û Rojhilata Navîn di çareserkirina pirsgirêka Kurd û pê re jî naskirina statuya tevahiya nasnameyên zengîn ên herêmê re derbas dibe. 

'GIRÎNG E KURD HEMÛ LI DORA FELSEFEYA RÊBER APO Û TEVGERA AZADIYÊ BICIVIN'

Em êdî di sedsala 21'ê de dijîn, bêyî ku rastiya vê demê were naskirin, meşandina siyasetê ne gengaz e. Dema koledariya bi şêwazên cûr be cûr êdî bi dawî bû, niha mirovahî di veguherîneke mezin re derbas dibe. Bê guman, ev veguherîn gelekî dijwar e, lewra her gel û her hêz divê amade be ku li gorî ruhê demê veguherînê di xwe de pêk bîne û bi vî awayî bikaribe xwe li ser piyan bihêle. Yên herî baş karibûn pêşbîniyên xwe der barê veguherîna cîhanî de vebêjin û binirxînin Rêberê neteweyî Abdullah Ocalan û Tevgera Azadîxwaz bûn. Lewra divê tevahiya gelê kurd li dora felsefeya Rêber Apo û têkoşîna Tevgera Azadiyê kom bibe û bi xwedîderketina li tecrûbeya têkoşîna bêhempa ya 40 salî karibe di xwe de hem hêza azadkirina Kurdistanê, hem jî hêza ronîkirina Rojhilata Navîn, ava bike.

BANGA RAKIRINA TECRÎDÊ

Em, kurdên Rûsyayê, careke din dibêjin ku bi ti awayî tecrîta li hemberî Rêbertiya me qebûl nakin û bêdeng namînin û bang li Dewleta Tirk dikin ku di demeke kurt de dawî bi tecrîdê bîne, careke din muzekereyê bikeve rojevê û lêgerîna xwe ya lihevkirina bi gelê kurd re pêk bîne".

...