'Tecrîd pirsgirêka hemû civakê ye, ne tenê ya girtiyan e'

Hevseroka Amedê ya TUHAD-FED'ê Eylem Bîrtane diyar kir ku tecrîd li nava tevahiya civakê belav bûye û got, "Tecrîd pirsgirêka tevahiya civakê ye, ne tenê ya girtiyan e."

TECRÎDA ÎMRALIYÊ

Çalakiya boykotê ya girtiyan a li dijî tecrîdê dewam dike. Li pêşiya gelek girtîgehan jî çalakiya 'Deng bide azadiyê' ya malbatên girtiyan jî dewam dike.

Hevseroka TUHAD-FED'ê ya Amedê Eylem Bîrtane bal kişand ser girîngiya çalakiyê û banga kir ku bibin dengê girtîgehan.

Bîrtane bi bîr xist ku zêdeyî 25 sal in li Îmraliyê tecrîdeke giran heye, 3 sal in jî nikarin agahiyeke bi tenê werbigirin û got, "Li dijî vê sîstemê ji 27'ê Mijdarê û vir ve hem li girtîgehan hem jî li derve çalakiyên cuda dewam dikin. Destpêkê bi greva birçîbûnê ya li zindanan re li derve jî Nobedên Edaletê û Meşa Azadiyê ya ji bo 15 rojan hatin lidarxistin. Lê belê li gel ku li zindanan çalakî bênavber dewam dikin jî aliyê wê yê derve ji ber sedemên cuda yên pêvajoya hilbijartinê kêm ma. Ji ber ku di encama vê pêvajoyê de tecrîd nehate şikandin, ji 4'ê Nîsanê û pê ve derbasî qonaxeke nû bû. Girtî bi tevlînebûna li hevdîtinê, neaxaftina bi telefonê û boykotkirina dadgehan xwe tecrîd dikin. Em jî weke xizmên girtiyan, ji bo bibin dengê zindanan ê nayê bihîstin her roja Duşemê li ber girtîgehê bi dirûşma 'Bibe dengê azadiyê' çalakiyê lidar dixin."

TECRÎD LI HER QADÊ BELAV BÛYE

Bîrtane diyar kir ku malbatên xwestin dengê xwe bigihînin Wezareta Edaletê çûn Enqereyê, li wê derê hevdîtin kirin û got, "Di heman demê de li hin bajaran li ber avahiyên AKP'ê yên Bajêr çalakiyên 'Dawî li tecrîdê bînin' têne lidarxistin. Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Sîstema tecrîdê ya li girtîgeha Girava Îmraliyê li her qada jiyanê belav bûye. Her mirovekî li ser vê xakê dikevin bin bandora tecrîdê. Divê haya mirovan ji vê yekê hebe. Her kiryareke bêhiqûqî, bêedalet û antîdemokratîk encameke tecrîdê ye. Ev sîstema li derveyî mirovahiyê bandora herî giran li zindanan dike."

Bîrtane diyar kir ku divê ew bibin dengê girtiyan, daxwazên wan bînin ziman û got, "Daxuyanî ku mafê me yê herî demokratîk e tê astengkirin. Ev jî tecrîd e. Di her daxuyaniya çapemeniyê de em têne dorpêçkirin, tecrîdkirin. Mejiyê li hemberî xwe di vir de dibînin. Ji ber vê yekê em bang li aştîxwazan dikin. Banga xwe ya li her kesî, li parêzvanên mafên mirovan, rêxistinên civakî yên sivîl dubare dikin ku li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin. Tecrîd pirsgirêka hemû civakê ye, ne tenê ya girtiyan e. Em nikarin agahiyê ji zindanan werbigirin. Beriya niha bi demeke nêz du girtî bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî girtîgehan em bi fikar in. Ji bo şikandina tecrîda li girava Îmraliyê, ji bo bêhn bê ber civakê divê em bibin yek. Her wiha em li ber sîstema li dijî mirovahiyê rabin, bi hev re daxwaza aştiyê bikin. Me berê bi ser xist, em careke din dikarin bi ser bixin. Em dikarin tecrîdê bişikînin."