Pirsgirêka bingehîn perwerdeya bi Tirkî ye

Mîna li tevahiya bajarên Kurdan li Colemêrgê jî pirsgirêka bingehîn perwerdeya ne bi zimanê dayikê ye. Hevserokê Egîtîm-Senê yê Colemêrgê Mûrat Balikesîr got, "Heta ku perwerdeyek ji feraseta zanistî, zimanê dayikê û laîk nebe wê pirsgirêk dewam bike."

Li Colemêrgê ku warê du stûnên bingehîn ên zimanê Kurdî Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran e, 73 hezar û 224 xwendekar neçar dimînin ku tenê bi zimanê Tirkî perwerdeyê bibînin.

Colemêrg ku yek ji navendên wêjeya Kurd e, di heman demê de yek ji wan bajaran e ku asîmîlasyon û zexta herî giran a li ser zimanê Kurdî lê heye.

Colemêrg bajarekî Kurdan ê kevnar e ku ji sedî 98 ê nifûsa xwe Kurd e. Lê belê li vî bajarî qedexe ye zarokên Kurd bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînin.

Îro li Colemêrgê 73 hezar û 224 xwendekar neçar dimînin ku dûrî zimanê xwe yê dayikê tenê bi zimanê Tirkî perwerdeyê werbigirin.

Li Colemêrgê 3 hezar û 839 mamoste hene. Hewl tê dayin ku kêmaniya hejmara mamosteyan bi mamosteyên bi mûçe dagirin.

Hevserokê Şaxê Colemêrgê yê Sendîkaya Kedkarên Zanistî û Perwerdeyê (Egîtîm-Sen) Mûrat Balikesîr got, "Feraseta perwerdeyê ya desthilatdarîperest bi kêrî welêt û Colemêrgê nayê. Heta ku perwerdeyek ji feraseta cemawerî, laîk, zimanê dayikê, demokratîk û zanistî misoger nebe, wê pirsgirêk jî çareser nebin."

PIRSGIRÊKÊN PERWERDEYA HEYÎ GIRANTIR BÛN

Balikesîr anî ziman ku li Colemêrgê asta karê perwerde û hîndekariyê li gorî asta Tirkiyeyê û pîvanên giştî kêmtir e; bi pêvajoya şewbê re ev pirsgirêk girantir bûne û destnîşan kir ku nêzî nîvê xwendekaran bi ti awayî nekarîn tevlî perwerdeya ji dûr ve bibin. Balikesîr diyar kir ku ji bo çareserkirina windahiya di pêvajoya perwerdeya ji dûr ve rû da, gaveke cidî nehatiye avêtin û got, "Bi çend karên sembolîk ev pêvajo hate derbaskirin. Di vê pêvajoyê de ku me ji bo sala perwerde û hîndekariyê ya 2021-2022'an dest bi perwerdeya rû bi rû kirine, di mijarên polên bi hejmareke kêmkirî ya xwendekaran a ji ber şewbê, pêwîstiya dersxane û mamosteyan, personelên xizmetê yên alîkar, şert û mercên pansiyonê, xwaringeh û birin û anînê de; di gelek mijaran de pirsgirêk hene. Gotina 'bi her awayî tedbîr hatine girtin' a rayedaran, dûrî ji rastiyê ye."

PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ MAFÊ BINGEHÎN E

Balikesîr bi bîr xist ku perwerdeya bi zimanê dayikê hem mafekî xwezayî ye, hem jî di peymanên navneteweyî de hatiye misogerkirin û got, "Em zanin ku perwerdeya bi zimanê dayikê tenê bi çend dersên hilbijartî yan jî çend kursiyên li zanîngehê pêk nayê. Li welatên demokratîk hemûyan, dewlet neçar e ku bi zimanê dayikê perwerdeyê bide welatiyên xwe. Ev yek mijareke welê girîng e ku nabe ji rêxistinên civakî yên sivîl, komele û sendîkayan re bê hiştin. Hêza ti ji wan têra vê yekê nake. Eger dewlet vê wezîfeya xwe bi cih nîne, wê demê polîtîkaya asîmîlasyonê dimeşîne."

Balikesîr anî ziman ku li ser zexta li ser dewletê ya ji bo bicihanîna vê wezîfeyê gelek tişt hene ku divê werin kirin û got, "Weke pêşniyarên pratîkî em hemû li malên xwe divê bi zimanê dayikê bi zarokên xwe re biaxivin. Ji bo bibin xwende û nivîskarên Kurd divê em hemû hewl bidin. Dema ku em pirtûkekê ji xwe re dikirin divê em pirtûkên bi zimanê xwe yê dayikê bikirin."

BI DERENGMAYÎ DEST BI PERWERDE Û HÎNDEKARIYÊ DIKE

Balikesîr ragihand ku zarokekî bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê nabîne beriya her tiştî bi derengmayî dest bi perwerde û hîndekariyê dike û diyar kir ku ew zarok di îfadekirina bi zimanekî cuda de kêm dimîne. Balikesîr anî ziman ku ev rewş dibe sedem, ew zarok ji xwe bawer neke û got, "Ji aliyê pedagojîk ve mafê her zarokî ye ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibîne. Li Colemêrgê pirsgirêka herî mezin a xwendekarên me ew e ku tişta dixwînin fêhm nakin. Sedema bingehîn a vê yekê jî nebûna perwerdeya bi zimanê dayikê ye. Zarok tişta dixwîne bi zimanê dayikê fêhm dike, piştre werdigerîne Tirkî."

Balikesîr bi bîr xist ku Li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, xalên 29 û 30 ên Peymana Mafên Zarokan ku sala 1989'an hatin qebûlkirin, perwerdeya bi zimanê dayikê weke mafekî pênase dike û destnîşan kir ku bicihenanîna vî mafî hem li dijî pîvana wekheviyê ya perwerdeyê ya hiqûqa navxweyî ye, hem jî li dijî peymanên navneteweyî ye.