NÛ BÛ

Operasyona rizgarkirina Reqqayê destpê kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dest bi operasyona rizgarkirina Reqqayê kirin.

Şervanên QSD'ê, ji bo rizgarkirina Reqqayê ku çeteyên DAIŞ'ê weke 'Paytexta Xîlafetê' ragihandine, dest bi operasyonê kirin. Navê "Pêngava Azadkirina Bakurê Reqqayê" li vê operasyonê hatiye kirin. Hêzên Koalîsyona Navneteweyî jî ji hewayê destekê didin operasyonê.

Operasyon li ser daxwaza gelê Reqqayê saet di 14.00’an de li başûr rojhilatê bajaroka Eyn Îsa ku 50 km dikeve başur rojhilatê Kantona Kobanê, bi 3 baskan hat destpêkirin.

Baskê yekemîn ji bajarokê Eyn Îsa, baskê duyemîn ji Xwaringeha Nexîl û baskê sêyemîn jî, ji Lîwaya (tugaya) 93’yan ber bi hedefên ku hatine diyarkirin ve diçin.

Tûgayên Ehrar El-Reqa û Lîwa Tehrîr ku demek beriya niha tevlî QSD`ê bibûn û hemû endamên wan ji pêkhateya ereb in, dê pêşengiya hemleyê bikin.

Tê payîn ku Fermadariya QSD`ê di saetên pêş de têkildarî mijarê daxuyaniyekê bidin raya giştî.