Li Girê Spî cenazeyê 4 şervanan hatin veşartin

4 şervanên QSD’ê yên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dan li Girê Spî hatin veşartin.

Li Girê Spî bi kesan kesan cenazeyê şervanên QSD’ê yên Îsam Îsa û Îsmaîl Mehmûd û du kesên ku nasnameya wan hê nehatiye zelalkirin ji Nexweşxaneya Girê Spî wergirtin û birin Goristana Şehîdan a Şehîd Mehmûd Tumê.


Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî Zelîxe Ebdî, nûnerên TEV-DEM, Kongreya Star û saziyên sivîl beşdarî merasîma veşartinê bûn.


Merasîma veşartinê ya li Goristana Şehîdan bi merasîma leşkerî hate dest pê kirin. Piştre jî Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Wehîd Ebdullah sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.


Piştî axaftinan belgeyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û teslîmî malbata wan hate kirin.
Piştî merasîmê cenazeyên şehîdan bi sloganan hatin veşartin.