Li du herêmên Tebqayê şerekî dijwar diqewime

Çeteyên DAIŞ'ê yên li Tebqayê, ji bo xwe ji dorpêçiyê xilas bikin êrîşî gundê Ayîd Kebîr ê li başûrê bajêr û derdora Balafirgeha Leşkerî kirin. Li van her du herêman şerekî dijwar diqewime.

Çeteyên DAIŞ'ê ji bo xwe ji dorpêçiyê rizgar bikin, dest bi êrîşeke din kirin.

Çeteyan, danê vê sibehê saet di 05:00 de ji gelek aliyan ve êrîşî gundê Ayîd Kebîr ê li başûrê bajêr û derdora Balafirgeha Leşkerî kirin. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bersiv dan êrîşê û şerekî dijwar li vir qewimî. Li ser encama vî şerî hê agahiyeke zelal bi dest neketiye.

Şervanên QSD'ê her wiha wesayîteke bombebakirî îmha kirin. Şerê li herêmê dewam dike.