Li dijî darbeya qeyûm çalakî didomin

Çalakiyên ku piştî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê destpê kirîn, 4 roj in bê navber didomin.

DARBEYA QEYÛM

15’ê Sibatê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hate desteserkirin. Çalakiyên ku piştî desteserkirina şaredariyê destpê kirin, li hemû taxên bajêr heta siharê didomin.

Li taxên Xaçort, Akkopru, Şabaniye, Bostaniçi, Yuniplik, Suphan û Ş. Firat ên Wanê ciwan daketin kolanan û tayînkirina qeyûm protesto kirin.

Ciwanan bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Qeyûmê diz ji Kurdistanê here” li taxan agir vêxistin û barîkat danîn. Polîsan bi gaza îsotê û guleyên plastîk êrîş birin ser ciwanan. Ciwanan jî bi kevir, fîşekên hewayî û bombeyên deng bersiva polîsan da.