KCK: Gelê Kurd wê bersivê bide bîranînên Qazî Mihemmedan

KCK'ê darvekirina damezrînerên Komara Kurd a Mahabadê bi tundî şermezar kir û got, "Gelê Kurd wê bi avakirina Kurdistana azad re bersivê bide bîranînên van rêberan."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê darvekirina damezrînerên Komara Kurd a Mahabadê li meydana Çarçira bi tundî şermezar kir û diyar kir, ew li ber bîranînên wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

KCK'ê da zanîn, ya ku di sedsala dawî de li rêberên Kurdan hat kirin, eynika rastiya Kurd û Kurdistanê ye û wiha dewam kir: "Polîtîkaya îdam û qetlkirina rêberên Kurdan, encama polîtîkaya qirkirina Kurdan e. Beriyaniha bi 69 salan, darvekirina Qazî Mihemmed û hevalên wî, pêkanîna fermana qirkirinê ya li hemberî Kurdan bû. Heta ku polîtîkaya darvekirin, qetilkirin û rizandina li zîndanan a li hemberî rêberê Kurdan tê meşandin neyê terikandin, wê polîtîkaya qirkirina Kurdan jî her dewam bike."

Hevserokatiya Konseya Rêveber da xuyakirin, ku Qazî Mihemmed, ji ber ku têkoşîna xwerêvebirina gelê Kurd meşand û li ser vê bingehê komar ragihand, hat îdamkirin.

Daxuyaniya KCK'ê wiha dewam kir:

"Ji ber ku Kurd weke civakeke neteweyî nayên qebûlkirin, bûyîna rêberê siyasî yê Kurdan jî weke sûcê herî girant ê dîtin. Sedsala 20'an bi vê nêzîkatiya li Kurdan û li rêberên Kurdan derbas bûye. Li Tirkiye, Îran, Iraqê, polîtîkaya qirkirinê ya li hemberî Kurdan ewilî li dijî rêberên Kurdan hatiye meşandin.

Polîtîkaya îdamê ya li Îranê li hemberî Qazî Mihemmed û hevalên wî hat meşandin, bi komployên li dijî Qasimlo û Şerefkendî dewam kir.

Bêguman darvekirin, komplo û zîndanan li ti parçeyê Kurdistanê nikarîbûn pêşî li têkoşîna azadiyê bigire. Di roja îro de ne tenê ciwanên Kurd, gelê Kurd bi xwe bûye fedaî. Darvekirinan, qetilkirinan, komployan û zîndanan, daxwza ciwan û gelê Kurd a bi azadî û demokrasiyê xurtir kirine. Têkoşîna ji bo bicihanîna hesret û daxwaza Qazî Mihemmed îro li çar parçeyên Kurdistanê tê meşandin. Ev yek nîşaneya vê rastiyê ye.

Darvekirina Qazî Mihemmed, Şêx Seîd û Seyîd Riza, ji bo ciwan û gelê Kurd îro bûye soda biryardariya azadiyê. Ciwan û gelê Kurd, ji bo pêkanîna daxwaza rêberên xwe yên hati îdamkirin, roj bi roj têkoşîna xwe mezintir dikin. Wê bi avakirina Kurdistana azad re ji sedî sed bersivê bidin bîranînên van rêberên xwe.

Êdî ne pêkan e ku gelê Kurd li cihekî di bin mêtîngeriya qirkirina çandî de bê ragirtin. Kurd wê li ser bingeha demokratîkkirina welatê lê dijîn, ji sedî sed bibin xwedî jiyana azad û demokratîk. Weke hêza demokrasî û azadiyê ya Rojhilata Navîn gelê Kurd wê tevî xwe hemû gelên bi xwe re azad bike û bigihîne jiyana demokratîk. Kurd, Ereb, Fars û Tirk wê li Rojhilata Navîn di nava demokrasiyê de bi hev re û bi biratiyê bijîn. Wê ji esareta dewletperestî, desthilatdarperestî û neteweperestiyê rizgar bibin û Rojhilata Navîn careke din veguherînin navenda jiyana demokratîk û azad a mirovahiyê."