NÛ BÛ

KCK'ê ji bo Essa Moosa peyama sersaxiyê weşand

KCK'ê got, "Bi mirina Moosa re em gelekî êşiyan" û sersaxî ji gelê Afrîka Başûr, malbat û dostên Moosa re xwest.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, ji ber wefata parêzerê Mandela û dostê gelê Kurd Essa Moosa peyameke sersaxiyê weşand.

KCK'ê got, "Bi mirina Moosa re em gelekî êşiyan" û sersaxî ji gelê Afrîka Başûr, malbat û dostên Moosa re xwest.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha dewam kir: "Essa Moosa ne tenê parêzerê Nelson Mandela bû. Ew di heman demê de yek ji milîtanên têkoşîna li dijî rejîma Apartheîd a li Afrîka Başûr bû. Di nava têkoşîna demokrasiyê ya Afrîka Başûr de kedeke xwe ya gelekî mezin heye. Demokratê şoreşger ê mezin Afrîka Başûr, her tim destek daye têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd. Bû yek ji girîngtirîn berdevkên gelê Kurd li qada navneteweyî. Bi hezkirin, hurmet û dostaniya Rêber Apo re ji bo azadiya Rêber Apo û belavbûna nêrînên wî, hewl da erka dikeve ser milê xwe bi cih bîne. Tevî ku nexweş bû, heta nefesa xwe ya dawî berdevkî û parêzeriya Rêber Apo kir.

Essa Moosa, weke dostê gelê Kurd û Rêber Apo wê ti carî neyê jibîrkirin. Ew ê bibe pira dostaniyê di navbera gelê Kurd, gelê Afrîka Başûr û gelên Afrîkayê. Di têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd de, di jiyana demokratîk û azad de wê her tim bijî. Essa Mossa êdî heta bi hetayê wê weke dostê gelê Kurd di dilê gelê Kurd de be.

Essa Moosa ne tenê parêzvaniya hiqûqî ya Rêber Apo dikir, di heman demê de parêzeriya nêrîn û têkoşîna wî jî dikir. Em Essa Moosa careke din bi minetdarî û rêzdarî bibîr tînin û soz didin ku em ê hemû nirxên wî ji bo mirovahî, demokrasî, azadî û biratiya gelan diparast, biparêzin. Bila ruhê wî şa be."