Jinên Ereb jî tevlî kampanya 'Serok mêvanê mala we ye'

Meclîsa Jinên Ereb jî tevlî kampanya 'Serok mêvanê mala we ye' bû, ku ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve tê lidarxistin.

Meclîsa Jinên Ereb jî tevlî kampanyaya TAJÊ ya bi dirûşmeya, ‘Serok mêvanê mala we ye’ bû û li Bîrcarî û Medîbanê serdana malan kirin û wêneyên Rêber Ocalan diyarî jinan kirin. Jinên Ereb diyar kirin, xweşîktirîn diyariya jiyana wane û gotin: “Ew serokê me ye. Em ji saya wî dikarin li ser axa xwe bi azadî bijîn û derkevin derve. Ji ber vêya emê vê wêneyê bikin taca serê xwe.”

Kampanyaya TAJÊ ya bi dirûşmeya, ‘Serok mêvanê mala we ye’ ya di çarçoveya pêngava, ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re Xweserî’ dewam dike. Meclîsa Jinên Ereb ya Şengalê jî li herêma xwe tevlî kampanyayê bûn û wêne û jiyannameya Rêber Apo diyariyê jinan kirin.

Di vê çarçoveyê de jinên Ereb yên li ser gundên sînor ên Şengalê li Bîrcarî û Medîbanê dest bi serdana malbatan kirin.

Jinên ku serdana malbatan kirin bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin û di hemû serdanan de azadî ji Rêber Apo re hate xwestin.

Jina Ereb ya bi navê Ehderya Mihemed diyar kir, piştevaniya ji kampanyayê re xurte û kêfxweşiya xwe bi van gotinan anî ziman: “Em li malan digerin û gelek kêfxweşin. Ev rojeke xweşe ji bo me. Xwedê serokê me vegerîne nava me. Ew di dil û rihê de me ye.”

Zihûr Ehmed jî ji bo wêneyê Rêber Apo got ku diyariya herî xweşîk a ji bo wê hatiye dayîne û wiha axivî: “Di jiyana min de xweşîktirîn diyariya ji bo min hatiye dayîn, wêneyê Serok Apo ye. Emê vî wêneyê ji zarokê zarokên xwe re jî bihêlin. Emê deynin ser serê xwe û bikin taca serê xwe. Serokê me ye û em bi xêra wî vegeriyan ser axa xwe, bi azadî dijîn. Eger ne ji serok ba, me dê nekarî bi azadî derkevin derve û bijîn.”

Kampanyaya TAJÊ ya li seranserê Şengalê rastî eleqeyeke mezin a gelê Êzidî û Ereb tê.