Ji bo Kavak, Yilmaz û Ozdel hatin ba hev

Xizmên windayan û endamên ÎHD’ê ji bo Cemal Kavak, Kadrî Yilmaz û Rojhat Ozdel ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine windakirin, hatin ba hev.

XIZMÊN WINDAYAN

Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Amed, Êlih û Colemêrgê û xizmên windayan, ji bo aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin û bi daxwaza faîlên wan werin darizandin, li sê bajaran çalakî lidar xistin.

AMED

Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’a Amedê bi çalakiya xwe ya 794’emîn a “Bila winda werin dîtin û faîl werin darizandin” vê hefteyê jî domandin. Çalakiya li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolûyê hat domandin. Di çalakiyê de pankarta ku ji wêneyên kesên hatine qetilkirin hatiye çêkirin hate vekirin. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl tev li daxuyaniyê bûn û dovîzên “Parastina faîlan şirîkatiya sûc e”, “Di sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin de domborî nabe” hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta endamê Yargi-Senê Cemal Kavak ê di 24’3e nîsana 1996’an de hatiye windakirin hate pirsîn.

Di daxuyaniyê de ewilî Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Omer Saman axivî û got: “Ji me re gotin ‘ji bîr bike’, ‘hûn ê ji bîr bikin’. Şerm nekirin û gotin qey em ê ji bîr bikin. Bi qasî ku ew gotin ji bîr bikin, me bêhtir bi bîr anî. Bi qasî ku hesaba windayên me neyê pirsîn, heya hestuyên wan neyên dîtin dê birînên me tu car cebar nabin.”

Saman bal kişand ser rewşa Makbûle Ozer a tevî temenê xwe yê mezin û nexweşiyên xwe yên heyî û wiha domand: “Makbûle Ozer di sala 2022’yan de rapora “nikare di girtîgehê de bimîne’ girt. Heman ATK îro dayika Makbûleyê di girtîgehê de radigire. Em bang li serokê muxalefeta mezin dikin ku dema bi serokkomar re hevdînê pêk anî bila rewşa Dayika Makbûleyê û girtiyên nexweş bîne rojevê.”

Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Buroyê Suleyman Ogut jî ev tişt gotin: “Em di salvegera endamê xwe yê Yargı Senê Cemal Kavak ê salên 1990’î de di cinayetên faîlên wan nediyar hatiye windakirin de, bi hev re ne. Divê faîl demildest werin dîtin û darizandin. Divê ev êşa ku xwîn jê diçe cebar bibe hesap were pirsîn.”  

Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz çîroka Cemal Kavak ê di 24’ê nîsana 1996’an de hatiye windakirin xwend. Kavak wek karmendê Dadgeha Bacê ya Amedê dixwebitî, endamê Yargi-Senê bû û xebatên sendîkayê dimeşand.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.  

ÊLİH

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Êlihê çalakiya 630’emîn a ku her hefteyê didomînin li dar xist. Tevgera Jinên Azad û Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) tev li çalakiya li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a ser Cadeya Gulîstanê hatiye lidarxistin bûn. Çalakger wêneyên kesên di bin çavkirinê de hatine windakirin hilgirtin.

Daxuyaniyê ji rêveberên Şaxa ÎHD’a Êlihê Huseyîn Elçî xwend. Elçî çîroka Kadrî Yilmaz ê di nîsana 1994’an de hatiye binçavkirin û windakirin xwend. Elçî bi bîr xist ku Yilmaz bi 4 kesên din re piştî tevibûna dawetê hatiye binçavkirin û da zanîn ku roja paştir derveyî Yilmaz her çar kesên din hatine berdan û got ku derberê Yilmaz de ji wê rojê şûnde tu agahî nehatine bidestxistin.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê dawî bû.

COLEMÊRG

Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û xizmen windayan di hefteya 120’emîn a çalakiya xwe de li Kuçeya Hunerê hatin ba hev. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) rêveberên DEM Partiya Geverê, Dayikên Aştiyê û  Endamên Meclisa Şaredariya Geverê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda werin dîtin, faîl bên darizandin” hate vekirin û wêneyên kesên hatine qetilkirin hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de faîlên Rojhat Ozdel hatin pirsîn.

Sekretera ÎHD’a Colemêrgê Pinar Zengîn destnîşan kir ku lêpirsîn bi awayekî derveyî hiqûqî hatin kirin bûyer ji ber polîtîkaya pakkirinê hatiye girtin. Zengîn bang li dewlet û rayedaran kir ku li gorî hiqûqê tevbigerin û wiha got: “Em dixwazin kesên di kuştina Rojhat Ozdel de cih girtine û rê li ber kuştina wî vekirine werin darizandin û cezakirin.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.