Ji bo gerîlayê HPG'ê Yilmaz merasîma bi heybet

Duh di navbera gel û leşkerên xwestin cenazeyê gerîlayê HPG'ê Fehmî Yilmaz (Egîd Kop) ê li Çewlîkê jiyana xwe ji dest da asteng bikin pevçûn derketin û piştî pevçûnên heya êvarê berdewam kirin cenazeyê Yilmaz bi girseyî hate definkirin.

Duh di navbera gel û leşkerên xwestin cenazeyê gerîlayê HPG'ê Fehmî Yilmaz (Egîd Kop) ê li Çewlîkê jiyana xwe ji dest da asteng bikin pevçûn derketin û piştî pevçûnên heya êvarê berdewam kirin cenazeyê Yilmaz bi girseyî hate definkirin.

Cenazeyê Gerîlayê HPG'ê Fehmî Yilmaz (Egîd Kop) ê 10’ê Sibatê li çoltera Çewlîkê jiyana xwe ji dest da ji bo li Şehîdgeha Şehîd Îsmaîl û Ronahî bê definkirin ber bi navçeya Gimgimê ya Mûşê ve birin. Lê hê konvoya cenazey negihiştî navçeyê leşkeran bi gelek wesayîtên zirxî pêşiya wê girt û li ser vê yekê pevçûn derketin û heya derengiya şevê berdewam kirin. Ligel gelek kes birîndar bûn girseyê dest ji biryara xwe berneda û piştî seat di 01.30'an de leşker li vekişiya konvoya cenaze ber bi Şehîdgehê ve bi rê ket. Konvoya cenaze ya zêdehî ji hezara wesayîtan pêk dihat serê sibê gihişte şehîdgehê. Cenazeyê Yilmaz heya merasîmê li mizgefta şehîdgehê hat sekinandin. Namzetên HDP'ê yên Mûşê, hevşaredarên navçeyan, rêveberên Mûş û navçeyan û zêdehî 15 hezar kes tevlî merasîma cenaze bûn. Cenazeyê Yilmaz ê ku bi ala PKK'ê hat pêçandin bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "PKK gel li vir e" ji mizgeftê hate wergirtin û birin goristanê. Piştî wecîbeyên olî cenaze hat definkirin. Girseyê sirûda "Çerxa Şoreşê" xwend û rêzgirtin pêk anî.

Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Mûşê Cîhat Akpolat diyar kir ku gelê Kurd gelek deyndarê kesên di têkoşîna azadiya Kurd jiyana xwe ji dest didin in û wiha got: "Em deyndarên şehîdên xwe ne. Wan bi canê xwe yekîtiya Kurdan pêk anî. Bila hemû kes baş bizane ti kes nikare êdî vîna gelê Kurd bişkînin."

Namzetê HDP'ê yê Mûşê Ahmet Yildirim jî diyar kir ku gel 27 saetan li ber xwe da û serê xwe li hemberî dewlet faşîst netewand û wiha got: "Ez hemû gelê me silav dikim. 27 saet na 27 roj û 27 hefte jî be em şehîdên xwe li erdê nahêlin û li hemberî dewleta faşîst serî natewînin. Me duh hemû diyalog danîn. Ji qeymeqam heya fermandarên qirêj. Ji Walî heya Wezareta Karên Hundir û parlementeran me hevdîtin kir. Biryara vê lîstika qirêj AKP û Enqere hat. Xwediyê van polîtîkayên qirêj Erdogan û hikûmeta AKP'ê ye. Xwestin weke li Giyadîn, Edene û Mêrsînê xwînê birêjin. Em van polîtîkayên wan şermezar dikin."

Piştre li ser navê malbatê Cengîz Yilmaz axivî û gelê li ber xwe da silav kir û wiha got: "Serê gelê Kurdistanê sax be." Dayika Yilmaz Kevser Yilmaz jî wiha got: "Hûn hemû li ser serê min û çavên min hatin. Hêvî dikim wê mafê zarokên me bên girtin. Hûn hemû mafê xwe helal bikin"

Piştî axaftinan girse bi dirûşma, "Şehîd namirin" ji goristanê veqetiya. Sersaxiyên Yilmaz wê li navçeya Kopê ya Mûşê berdewam bikin.

Li navçeyên Milazgir, Kop û Gimgimê esnafan dikanên xwe venekirin.