Ji bo Arslanê YPS’yî li Marsîlyayê taziye hat danîn
Ji bo Hakan Aslan (Welat Çiya) ê YPS’yî yê di berxwedana Sûrê de jiyana xwe ji dest da, malbat li bajarê Marsîlya yê Fransa sersaxiyan qebûl dike.

Taziyê ji aliyê malbata Arslan ve li Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistan hat danîn. Hakan Arslan (Welat Çiya) ê ji gundê Çavûş ê girêdayî navçeya Qereyazî ya Erziromê, 21’ê Çileyê li Sûrê di şerê bi artêşa Tirk a dagirker re birîndar bibû û ji ber domahiya 3 rojan ekîbên tenduristiyê yên ji aliyê hêzên dewletê hatin astengkirin mudaxele nekirin, lewre xwîna zêde jê çû û jiyana xwe ji dest da.
Xizmê Arslan Ziya Arslan di merasîmê de axivî, wiha got: “Piştî Welat birîndar bû 3 rojan, 23’ê Çileyê ji ber xwîna zêde jê çû jiyana xwe ji dest da.”
Ziya Arslan got birîndarbûyina Welat ji nûçeyên ÎMC TV bihîstîne, got helwesta dewleta Tirk a li hember birîndaran, rewşeke derveyî mirovahiyê ye. Arslan anî ziman ku hiqûqa şer hatiye binpêkirin.
Meleyê Mizgefta Feqiyê Teyran Mele Necmedîn ê tevlî taziyeyê bû jî wiha got: “Serbilind bin, şehîdê w eli vê cîhanê jî leheng e li ya din jî leheng e.”
Mele Necmedîn bi bîr xist ku AKP’e dijminê Îslamê ye û yên hevkariya wê dikin jî munafiq in.
Taziyeya ku 2 rojan dom dike wê sibehê danê êvarî bê rakirin.