Ji Bexdayê ji bo hindikahiyên li Başûrê Kurdistanê 5 kursî

Berdevka Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê Cumane Xelay diyar kir ku Tirkmen, Xiristiyan û Ermenên li Herêma Kurdistanê ya Federal wê bi 5 kursiyan bêne temsîlkirin.

Berdevka Lijneya Dadweriyê ya Hilbijartinan a Iraqê Cumane Xelay bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku 5 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê ji bo pêkhateyan wê were veqetandin. Li gorî daxuyaniyê biryar ji aliyê Lijneya Dadweriyê ya Hilbijartinan a Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê ve hatiye wergirtin.

Li gorî biryarê dê li Silêmaniyê 2 kursî, li Hewlêrê 2 kursî û li Dihokê jî kursiyek ji bo pêkhateyan bin.

Li gorî vê wê dabeşkirina kursiyên pêkhateyan wiha be:

Hewlêr: Kursiyek ji bo Tirkmenan, kursiyek ji bo Mesîhiyan

Silêmanî: Kursiyek ji bo Tirkmenan, kursiyek ji bo Mesîhiyan

Dihok: Kursiyek ji bo Ermenan

Hêjayî gotinê ye beriya niha Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji 111 kursiyan pêk dihat û 5 kursî ji bo Tirkmenan, 5 kursî ji bo Mesîhiyan û kursiyek jî bo Ermeniyan bû.

Di 21’ê Sibata 2024’an de Dadgeha Federal ya Iraqê 11 kursiyên kotayên Parlamentoya Herêma Kurdistanê betal kirin. Li gel vê yekê hêjmara kursiyên parlamentoyê ku 111 kursî bûn, bû 100 kursî. Herwiha dadgehê biryar dabû ku wê li Herêma Kurdistanê çar herêmên hilbijartinê hebin.

Li gor biryara Dadgeha Federal çar herêmên hilbijartinê yên Herêma Kurdistanê, Herêma Hewlêr, Herêma Silêmanî, Herêma Duhok û Herêma Helebce ne û hêjmara kursiyên herêman wiha ye; Hewlêr 34 kursî, Silêmanî 38 kursî, Duhok 25 kursî û Helebce 3 kursî.

Yanî bi biryara niha re kursiyên parlamentoyê nehatine zêdekirin, 5 kursiyên niha ji bo pêkhateyan hatî veqetandin, jî di nava 100 kursiyên parlamentoyê dene.