Însiyatîfa Gelê Mêrdînê banga çalakiyan kir

Însiyatîfa Gelê Mêrdînê bi armanca protestokirina qetlîama li Cizîrê û Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê banga çalakiyên bê navber li gel kir.

Însiyatîfa Gelê Mêrdînê têkîldarî qetlîama li Cizîrê ya di êrîşên hêzên dewletê li ser birîndarên di malan de asê mane de pêk hat û bi sedema 17. salvegera 15’ê Sibatê ya anîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê daxuyanî da, li hember qetlîam û komployê banga çalakiyan li gel kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em wek gelê Kurd di pêvajoyek ku gav bi gav bi dayina berdêlan azadiya xwe ava dikin re derbas dibin. Rejîma AKP’ê ya mêtinger bi her cure rêbazên derveyî mirovahî êrîşî qadên me yên xwerêveberiyê dike. Li hember vê berxwedek bi ruhê Apoyî heye. Di pêvajoyek wisa de em roja reş a Kurdan, 15’ê Sibatê pêşwazî dikin. Esareta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êrîşeke li ser hebûna her Kurdî ye. Komploya Navneteweyî li ser vî esasî bi qetlîamên Cizîr û Sûrê xwe nîşan dide. Komploya ku em 17 sal in bi berxwedanê bersivê didinê, bi azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê û statu dayîna Kurdistanê ve em tine bikin. Li ser vî bingehî, em bang li gelê xwe yê Mêrdînê dikin ku di 15’ê Sibatê de divê li her derê jiyan bê rawestandin, ji bo hesabpirsîna qetlîaman dakevin qadan û bê navber bikevin serhildanê. Azadî wê serbikeve, Faşîzm wê di xwîna rijandiye de bifetise.”