HPG: Li Çelê 15 JOH’î hatin kuştin û 25 birîndar bûn

Gerîlayên HPG’ê di çalakiya Çelê de 15 JOH’î kuştin û bi hindikayî 25 birîndar bûne. Van tîmên taybet jî xwe avêtine çemê Zapê. Hêzên gerîla piştî çalakiyê bi sax û silemetî gihaştine cihê xwe.

Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê encamê operasyona Şoreşger a Şehîd Xebat Aktepe ya Çelê hişkere kir.
Di daxuyaniya HPG’ê de hate gotin:

‘’Di nav çarçoweya eperasyona Şoreşger a Şehîd Xebat Aktepe, 29’ê Tîrmehê saet 17.15’an hêzên me, li ser rêya Çelê-Colemergê çalakiyeke êrîşê bi ser kaşekî de anîn ku 50 çeteyên Tevgera Taybet lê bi cih bûbûn. Di çalakiyê de, ji du baskan ve çalakiyên hîkar pêk hatin, 5 mewzî bi temamî hatin rûxandin, di nav nîv saetê de kontrola vê derê ketiye destê gerîlayan. Gerîlayên me yên ku bi ser 15 termên dijmin de çûyî, 1 çeka balafirxist û gelek çekên şewitî, 1 çeka BKC’yê û zincîra wê, 1 çeka HK-33(melez) û dûrbîn, 1 dûrbîna rojê û 1 bêtêla biçûk ji mewzîyan hatine rakirin. Di çalakiyê de ji 25’an zêdetir JOH birîndar bûne û hatiye dîtin ku gelek tîmên taybet xwe avêtine çemê Zapê.

Di nîv saetê de ji ber ku mewzî ketine destê gerîlayan dijmin şaşo maşo bûye û gelek windahî dane. Di vê çalakiyê de ku ji bo bîranîna Şehîd Dilşad, Şehîd Bêrîtn û ji bo gerîlayên ku li Wanê şehîd ketin, gerîlayên me bi awayekî sax û silamet gihaştine cihên xwe û ji cihê qadê dûr ketine.
Dagirkerên ku mirî û birîndarên xwe rakirine Colemergê, tevahiya şevê bi balafirên şer derdor bombe kirine.’’