HPG'ê encamên çalakiyan eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser encamên çalakiyên li Şirnex, Çewlik, Amed û Mûşê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG'ê de, nansameyên 2 gerîlayên li Wanê jiyana xwe ji dest dan hatin eşkerekirin.

Li gorî agahiyên ji aliyê navendê ve hatin dayîn; "Roja 30'ê Hezîranê saet di 10:00 de, hêzên me li hemberî leşkerên li qereqola Avnêbenat a li herêma Gabarê çalakiyeke sûîqestê pêk anîn. Di encamê de leşkerek hat kuştin.

LI ÇEWLIKÊ ÇALAKÎ

Hêzên me 30'ê Hezîranê saet di 19:00 de, li herêma Hegader a li navçeya Çewlik Dara Hênê kemîn danîn pêşiya yekîneyên dijmin ên dagirker. Di encama lêdana ji cihekî nêz ve, 2 leşker hatin mirin, gelek jî birîndar bûn. Ji ser leşkerên li qada çalakiyê çekek B7, çekek Melez, çenteyek, 2 roket û gelek alaven leşkerî hatin rakirin. Hat hînbûn, leşkerên di çalakiyê de mirin e ser bi yekîneyên Tîmên Taybet ên Jendermeyan ên Bedlîsê ne.

Piştî çalakiyê helîkopterên bi tîpa Kobra gule li derdorê reşandine. Di sibeha 1'ê Tîrmehê (îro) de helîkpoteran leşker danîn herêmê û derketin operasyonê."

Di daxuyaniya navenda ragihandinê de hat gotin, "Ev çalakî, ji bo mirovên me yên sivîl ên li Licê ji aliyê yekîneyên dagirker ve hatin qetilkirin, weke çalakiya bersivdayînê hatiye lidarxistin."

Di dewama daxuyaniya HPG'ê de, li ser rewşa dawî ya operasyon û êrîşên li Licê ev agahî hat dayîn:

"Operasyona li navçeya Licê ya Amedê hatiye berfirehkirin û gundên Şelê, Goma Şelê û Mahmê jî tevlî vê qada operasyonê hatine kirin. Yekîneyên operasyonê, obus û hawan avêtine cihê Kuçuç Taşlik ê li herêma Apê Mûsa. Li vî cihî şewat derketiye. Şewata li vê derê hê dewam dike.

ÇALAKIYA LI HEMBERÎ FÎRMA AKP'Ê

30'ê Hezîranê saet di 16:00 de, tevî hemû hişyariyan jî, karkerên ser bi fîma Cengîz Înşaat a AKP'yî, li navbera Mûş-Pasûrê karê çêkirina rê dewam kirine. 7 maşînên kar ên li vir dihatin xebitandin ji aliyê gerîlayên me ve hatin şewitandin.

LI MÛŞÊ ŞER

Li vê herêmê, di navbera leşkerên xwe veşartî û gerîlayên me de şer derket. Hejmara mirî û birîndarên dijmin nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê, helîkopterên bi tîpa Kobra li derdora gundên Zengok û Karahamzayê xistin. Agahî gihaştin ber destê me, ku ji be vê gulereşandinê hin mirovên sivîl birîndar bûne."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da zanîn, êvara 30'ê Hezîranê artêşa Tirk li gelek herêmên navçeyên Dihê, Berwarî û Tilo yên Sêrtê herêmên ewlekariya taybet îlan kir û dest bi operasyonê kir.

WESAYÎTÊN DEWLETÊ YÊN RÊ ÇÊDIKIRIN HATIN ŞEWITANDIN

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, roja 30'ê Hezîranê saet di 12:00 de, 8 qemyon, kepçeyek û pîkapek midûriyeta rêyên bejahî ya dewletê ku di navbera gundên Xasirke û Dime yên navçeya Wan Payîzavayê rê çêdikirin, ji aliyê gerîlayan ve hatin şewitandin. HPG'ê got, "Bi ajokarên van wesayîtan re hat axaftin û hatin hişyarkirin."

ÇALAKIYA LI HEMBERÎ STASYONÊN BAZÊ

Navendê diyar kir, hêzên gerîla 30'ê Hezîranê saet di 12:00 de li hemberî stasysonên Bazê yên Vodafone-Avea yên li gundê Pagan ê Payîzavayê çalakiya sabotajê pêk anîne û stasyon hatine rûxandin.

ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK

Li ser êrîşên artêşa Tirk jî ev agahî hatin dayîn:

"Roja 1'ê Tîrmehê balafirên şer ên artêşa TC, li derdora navçeya Mêrdîn Dêrikê dan. Li ser vê bomberdûmanê dema agahiyên berfireh bi dest ketin, wê bi raya giştî re werin parvekirin.

Roja 30'ê Hezîranê saet di navbera 12:00-14:00 de balafirên şer ên artêşa TC bombe li Deriyê Dawetiya, herêma Bûk û Zava û girê Şehîd Şêxmûs ên li Heftanînê barandin.

29'ê Hezîranê saet di navbera 12:00-12:30 de balafirên şer girê Şehîd Dilber û qada Duav ên li Metîna bombe kirin.

2 GERÎLAYÊN JIYANA XWE JI DEST DAN

Di daxuyaniyê de hat bibîr xistin, ku beriya niha bi daxuyaniyekê HPG'ê ragihandibû piştî çalakiya 28'ê Hezîranê ya li hemberî qereqola Girê Sor a li navçeya Wan Şaxê de 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de nasnameyên her du gerîlayan hatin weşandin:

"Nasnav: Avaşîn Êrîş
Nav paşnav: Kader Rua
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Gulîstan-Abdurrahman
Dem û cihê şehadetê: 28'ê Hezîrana 2016 / Wan

Nasnav: Simko Tendurek
Nav paşnav: Adem Ozhan
Cihê ji dayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Zeynep-Polat
Dem û cihê şehadetê: 28'ê Hezîrana 2016 / Wan."

...