BI DÎMEN

Guven: Divê gelê me ji bo Xerabê Bava rabe ser piyan

Hevseroka KCD'ê Guven da xuyakirin, ku hêzên dewleta Tirk di bin navê 'binçavkirinê' de jinên ciwan ji Xerabê Bava direvînin û dibin.

Guven got, "Ji bo Xerabê Bava û gundên din ên êrîş li wan tên kirin, divê em derhal bikevin nava liv û tevgerê."

Hêzên dewleta Tirk ku bi rojan e dor li gundê Xerabê Bava girtine, nahêlin heyeta HDP, DBP û KCD'ê biçe gund. Ji ber vê yekê heyetê dest bi çalakiya nobedê kir. Yek ji çalakgeran Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven e. Guven da xuyakirin, ku ji gundê Xerabê Bava agahiyên tirsnak tên û got, "Dewletê li vî gundî gelek tiştên xetere û tirsnak kiriye. Niha jî hewl dide van kiryarên xwe veşêre."

Guven bang li gel kir, ku demek ji ya din zûtir rabe ser piyan û dawî li vê êrîş û dorpêçiyê bîne.

'BI ZORÊ ÎFADEYÊ DIDIN ÎMZEKIRIN'

Guven bibîr xist, êrîşên li gundê Xerabê Bava 14 roj li pey xwe hişt û anî ziman, mirovên jiyana gund nas dikin, dizanin bê 14 rojan derneketina derve tê çi wateyê. Guven destnîşan kir, ku vê gavê êrîşeke gelekî giran li gundiyan tê kirin. Hevseroka KCD'ê da xuyakirin, ku agahiyên gelekî tirsnak ji wan re hatine û got, "Mêrên gund li meydana gund kom kirine û bi zorê kaxizek, ewraqek bi wan dane îmzekirin. Gelo ev ewraq bi rastî jî hene? Dixwazin çi bikin? Çi ewraqê bi mirovên xwendin û nivîsandina wan nîne didin îmzekirin? Tiştên ku ji me re hatiye gotin, niha tirs û fikareke giran li gund heye."

'EGER DEWLET TIŞTEKÎ VENAŞÊRIN, WÊ ÇAXÊ BILA PÊŞÎ LI ME NEGIRE'

Guven anî ziman, weke HDP, DBP û KCD ev 5 roj in wan çalakiya nobedê dane destpêkirin û got, "eger dewlet li Xerabê Bava tiştekî venaşêre, wê çaxê bila bihêle em xwe bigihînin gund." Leyla Guven bal kişand ser wêne û dîmenên di hesabên JOH û POH ên medya civakî de hatine parvekirin û got, "Ji bo em wan dîmenên hovîtiyê yên ku JOH û POH parve kirine lêklîn bikin, divê destûr ji me re bê dayîn ku em derbas bibin. Lê belê, ji ber ku ew dizanin bê wan sûcekî çawa yê li dijî mirovahiyê kirine, lewma nahêlin em derbas bibin."

'WÊ KESEKÎ KU KARIBIN SERÎ LÊ BIDIN TEWANDIN, NEBÎNIN'

Guven da xuyakirin, ku yek ji rayedarê leşkerî yên ku wan ji bo çûyîna gund pê re hevdîtin kirine, bi payeya serdar e û vî leşkerî ji wan re gotiye, "Erka min jî nîne. Tiştekî ez bikim nîne." Guven got, "Eger serdarek jî li vir bê erkdar be, hûn bifikirin bê rewş çi ye. Ev operasyon ji aliyê AKP û Qesrê ve tê meşandin."

Guven diyar kir, AKP û Qesrê hemû erk dane hêzên dewletê ku li Xerabê Bava heta ji wan tê hovîtiyê bikin û got, lê belê wê ne li Xerabê Bava ne jî li gundekî din, kesekî nebînin ku serî lê bidin tewandin.

'ÇIMA JINÊN CIWAN JI MALÊN WAN DERDIXÎNIN?'

Hevseroka KCD'ê Guven bal kişand ser rewşeke din a tirsnak û anî ziman, hêzên dewleta Tirk di bin navê 'binçavkirinê' de jinên ciwan ji malên wan derdixînin û dibin cihekî nediyar. Guven anî ziman, divê dewlet agahiyê bide bê van jinên ciwan ên ji malên wan derxistine birin ku derê û got, "Parêzeran di vî warî de serlêdan kirine. Lazim e dewlet agahiyê bide. Ev rewşeke tirsnak e."

'DIVÊ GELÊ ME RABE SER PIYAN'

Guven ragihand, mîna li gundê Xerabê Bava ev du roj in li gundê Talatê jî êrîş tên krin û xisareke mezin li gund bûye. Guven da xuyakirin, ku hewl tê dayîn herêm bi temamî bê doprêçkirin û got, "Armanca wan ew e ku bi zexteke bênavber herêmê bidin valakirin. Lê belê wê nikaribin vê bikin."