Gerîlayên HPG'ê: PKK bi 6 kesan destpê kir, niha bi mîlyonan kes li pey vê dozê ne

Gerîlayên HPG’ê diyar kirin ku PKK bi 6 kesan destpê kir, niha bi mîlyonan kes li pey vê dozê ne û gotin, “Di salvegera avabûna PKK’ê de pêwîste em rihê têkoşîn û berxwedanê bilind bikin.”

Gerîlayên HPG’ê bi wesileya salvegera damezirandina PKK’ê ji ANF’ê re axivîn.

Dijwar Kûrtay diyar kir ku gelê Kurd 27’ê Mijdarê weke Cejna Vejînê pênase dike û got:  “Dema mirov li dîrokê dinêre vê rastiyê dibîne. Piştî serhildana Agirî dijmin li çiyayê Agirî gorek çêkir û got Kurdistana xeyalî li vê derê veşartiye. Hizra dijmin ev bû ku digotin êdî me xeyala Kurdistan jî bin erd kiriye. Bi vê re jî civaka Kurd hatiye kuştin. Bi 27’ê Mijdarê bi gava partîbûnê re ev gor hate şikandin. Ew mirî li wir hatin derxistin. Mirov rastiya PKK’ê û 27’ê Mijdarê ji bo gele Kurd bi vê yekê re dikare bide îfade kirin. Ji ber ku her tiştê li ser navê Kurd û Kurdistanê talan kiribûn. Li Geliyê Zîlan, li Dêrsîmê, li Amedê piştî her berxwedana ku pêşketî qetliyamekî mezin li ser gelê Kurd hat kirin. Bi deh hezaran însan di neval û geliyan de hatibûn qetilkirin. Hestiyên wan hîna jî nehatine komkirin. Hê jî di wan neval û geliyan de qîrînên zarokên û dayikên Kurd ku hatine qetilkirin tê. Yê ku xwedî wijdan be wê îro jî wan qîrînan bibihîse. Bi partîbûna PKK’ê re qirîna wan însanan hat bihistin. Ji ber ku komara Tirkiyê xwe li ser înkar, îmha û komkujiyan dabû avakirin. Ji xwe ew bi xwe jî ji bo qetliyama Ermeniyan gotin, zûzû çûn êdî dora lolo ya ne. Di zimanê Ermeniyan de peyva zûzû pir tê bi kar anîn. Di Kurdan de jî lolo pir tê bi kar anîn. Ango gotin me Ermeniyan qetilkir êdî dora Kurdan hatiye. Piştî ku Ermeniyan qetil kirin hineksazîbûna xwe rêk û pêk dikin û yekser êrîşî Kurdistanê dikin. Bi rêya komplo û provakasyonan li Kurdistanê li ser gel êrîşê û komkujiyên pir mezin meşandin. Êdî welê li civaka Kurd hatibû kirin ku mirovli ser navê Kurd û Kurdistanê nediwêrin xeyalan jî bikin.”

‘PKK DI NAVA TARÎTÎ Û BÊHÊVÎTIYÊ DE AVA BÛ’

Kûrtay anî ziman ku PKK di nava tarîtî û bêhêvitiyê de avabû û wiha got: “Ji xwe dema PKK nû dest bi têkoşînê dike û behsa Kurd û Kurdistanê dike weke çavê dîna li însana dimêzînin. Ji ber dijmin zilm û zordariyek welê li Kurdistanê daye meşandin ku encex însanên dîn û eqlê xwe winda kiribe dikarî tiştekî wisa bike. Wêrektiyekî welê kes nedikir. Li hemberî gel û vê dewletê têkoşîna çekdarî meşandin,qala partîbûn û rêxistinkirina gel kirin nikarî bû were hizirkirin. Lê PKK’ê di nava vê tarîtî û bêhêvîtiyê de ava bû. Mirovekî dema berbi mirinê ve diçe çawa ku nefesa wî qut dibe û carekî de nefesekî kûr distîne, ji bo gelê Kurd jî avabûna PKK vê tiştê îfade dike. Ev 45 sale li her qadê têkoşînekî bêhempa tê meşandin. Her sal dema em pîrozbahiyê dikin, beriya her tiştî  divê em xeyalêvê dijminê di derbarê civaka Kurd û Kurdistanê de bînin bîra xwe û li gor vê têkoşîna xwe xurt bikin. Eger mirov 27’ê Mijdarê binirxîne divê rastî, şer û têkoşîna îro ku tê meşandin ji hev qut negre.  Dewleta Tirk behsa xewn û xeyalên xwe yên sedsalê dike. Ji bo dewleta Tirk a dagirker xewn û xeyala sedsalê çiye?Qetliyama li ser Kurdan mîsogerkirine. Heta Kurdan qetliamê re derbas neke, hebûna Kurd bi giştî tine neke, ji bo xwe Tirkiye weke welatekî ku hatiye rizgarkirin nabîne. Xilasbûna xwe di vê de dibîne. Ji ber vê şerê ku dijmin weke şerê hebûn û tinebûnê dimşîne weke şerê beriya sedsalan bi şerê rizgariyê bi nav dike. Wê demê jî ji bo rizgariya xwe gelê Ermen, Rum, Helen xeter didît û wan ji qetliamê re derbas kirin û sirgûn kirin. Îro jî gelê Kurd ji bo xwe xeterî dibîn e û êrîşê gelê Kurd dike.

‘EM PÊWÎSTE RuHÊ BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNÊ HÎN BILIND BIKIN’

Di salvegera avabûna PKK’ê de pêwîste em rihê têkoşîn û berxwedanê bilind bikin. Ji ber ku dijminekî hov li beramberî me heye. Dema ku kes ji bo Kurd û Kurdistanê nediwêrî tiştekî bibêje di vê demê de gavên mezin hatin avêtin. Gotin 4 kesin emê wan di cih de tine bikin. Lê ew ji aliyê vê dewletê hatinkuştin. Ev generalekê ku ewqas tirs berdabû nava civaka xwe û Kurdistanê dema ku mir wek kesekî bêrûtbe mir. PKK jî mezin bû, civaka Kurd gelê Kurd derbas kir û gihişt asta cîhanê. Em bi wesîleya salvegera 44’emîn a dameziradina PKK’ê cejna vejînê  li Serok Apo, tevahî gel û hevalan pîroz dikin.”

’PKK BI 6 KESAN DESTPÊ KIR NIHA BI MÎLYONAN E’

Gerîlayê HPG’ê Şaho Agirî jî bi bîr xist ku PKK ji tunebûnê heyîn afirand û got: “Damezirandina partî di demê ku digotin êdî Kurd nemaye, Kurd xilas bûne derket. Gotinek wan hebû digotin, me Kurd bin ax kir û li ser beton rijand. Di vê pêvajoyê de bi fikir û ramanên Rêbertî re ev gotinên wan pûç bû. Dema Rêber Apo diçe gel kalekî pirs dibêje, ‘Em dixwazin ji bo Kurdan karekî bikinû armancek me heye’. Ew kal darekî nîşan dike û  dibêje, Kurd welê lê hatine. Di vê pêvajoyê de Rêber Apo hem li hember gotina dijmin hem jî ev gotina ku Kurd wekî darekî hişk lê hatine, gelê Kurdistanê jinû ve şîn kir. Ji bo gelê Kurd bû vejîn.Di pêvajoyekî wisa bi 6 kesan ve destpêkirin û heya roja me ya îro hat. Niha jî bi milyonan kes li pey vê dozê ye.”

‘PKK PARTIYEK AZADIYÊ YE HER KES CIHÊ XWE DI NAV DE DIGRE’

Şaho Agirî  got, bi damezinrandina PKK’ê re doza Kurdan belavî li her derê bû û wiha berdewamkir: “Ji welatên cuda jî tevlî partiyê dibin. Ji ber ku partiyekî azadiyê ye. Di milê exlaq û wekheviyê de ji bo mirovahiyê heta niha tenê PKK hatiye damezrandin. Ev partiyên ku berê hatine damezirandin û serhildanên ku çêbûne tenê bi çend parçeyan an jî bi hin herêman re sînordar mane. Her kesê ji her çar parçeyên Kurdistanê û hemû mirovên demokrat, azadîxwaz dikarin cihê xwe di nava PKK’ê de bigrin. Mesele ne ziman, çand an jî ole. Di nava partî de Fars, Ecem, Erbe, Tirk ji kijan netewê bibe bila bibe dikare cihê xwe bigre û bi ziman û çanda xwe bijî. Ev felsefeya Rêber Apo ye. Bi hevre jiyîn, li ser dozekî têkoşînkirin pir girîng e.  Partî li ser vê esasê hatiya avakirin. Ez dûbare salvegera damezirandina PKK li Rêber APO, hevalênşehîd, malbatên şehîdan, gelê me yê welatparêz, û hevalên ku niha di çeperan de di şer dikin, pîroz dikim û hemûyan re serkeftinê dixwazim.”