Gav bi gav operasyona Minbicê

Operasyona rizgarkirina Minbicê mehek li pey xwe hişt. Operasyon 1’ê Hezîranê li kantona Kobanê destpê kir. Beriya operasyonê, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi gelek komên çekdar ên di bin sîwanê wê de ji sê aliyan dest bi tevgerê kir.

Operasyona rizgarkirina Minbicê mehek li pey xwe hişt. Operasyon 1’ê Hezîranê li kantona Kobanê destpê kir. Beriya operasyonê, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi gelek komên çekdar ên di bin sîwanê wê de ji sê aliyan dest bi tevgerê kir.

FERMANDAR EBÛ LEYLA ŞEHÎD KET

3’yê Hezîranê fermandarekî hêja yê Meclîsa Leşkerî  Ebû Leyla li gundê Xefîet Ebû Qelqelê bi ketina topeke hewanê jiyana xwe ji dest da.

Endamê Meclîsa Leşkerî û Fermandarê Tabûrên Şems El-Şemalê Ebû Leyla di heman demê de yek ji damezirînerê Hêzên Sûriyeya Demokratîk bû.

Ebû Leyla di serî de li Kobanê, ji Helebê ta bi Kobanê di qadeke berfireh a şer de her li eniya pêş bû.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê piştî vê windakirina mezin navê operasyonê wekî ‘’Fermandarê Şehîd Ebû Leyla’’ danî.

BAJAR DI ROJA DEHAN DE BI TEMAMÎ HATE DORPÊÇKIRIN

Di roja dehan a operasyonê de bajar bi temamî hate pêçan. Hemû gund, bi taybetî li rojhilat û başûrê bajêr ji çeteyên DAÎŞ’ê hate rizgarkirin. Gundî ber bi qada ewle ve hatin veguhestin.

Çeteyan li hin gundan komkujî pêk anîn. Hemû gundiyên ku hatin rizgarkirin bi kêfxweşiyê û minetdariyê şervanên Minbicê pêşwazî kirin.

Di roja 16’an a operasyonê de bi rizgarkirina gundê Mezret Hemdûmê tenê 700 metre ma ku bigihijin navenda bajêr. Pêşveçûn ranewestiya. Şervan, bi piştgiriya hewayî gihan taxên dereke yên bajêr ku şerê tund lê diqewime.

ÊRÎŞÊN ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê YÊN BI MEBESTA ŞKANDINA DORPÊÇÊ HATIN PÛÇKIRIN

Di dema operasyona rizgrkirina Minbicê de çeteyên DAÎŞ’ê gelek caran bi hevkarên xwe re xwestin ku dorpêçê bişkînin û ji bo vê mebestê jî êrîşên dijwar pêk anîn.

Her carê jî wendahiyên giran li pey xwe hiştin û vekişiyan. Ji van êrîşan a herî giran jî 20’ê Hezîranê pêk hat.

Bi teqwiyayên ku ji hêla Cerablûs, Bab û Meskenê ve hatin kirin ji gundê Erîma ta bi çemê Ferat di qadeke berfireh de êrîş anîn. Di şer de li gorî Meclîsa Leşkerî 142 çete hatin kuştin û êrîş hatin şkandin

28’ê HEZÎRANÊ JI ÇAR ALIYÊ BAJÊR KETIN HUNDIR

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ŞerwanDerwêş diyar kir, 28’ê Hezîranê ji çar aliyan ketine nav bajêr. Ev daxuyanî fîşeka destpêkirina qonaxa duyêm a operasyonê bû. Şerê kuçe û kolanan êdî hatibû destpêkirin.

Di roja 30’ê ya operasyonê de taxa qiraxê El Esediye ya li başûrê bajêr ji çeteyan hate pakkirin.  Li bajêr her wiha li gel xaçerêkên El Şaîye û El Kîtab rêya derdorê ya li rojavayê bajêr jî ji çeteyan hate pakkirin.

SIVÎLAN JI XWE RE DIKIN MERTAL

Ji ber ku hebûna sivîlan û ji ber ku ew weke mertalên zindî têne bikaranîn, li bajêr bi baldarî pêş ve diçin.

Şervan hewl didin mal bi mal , kuçe bi kuçe bi pêş ve biçin. Bajar her wiha bûye weke fiçiyeke barûdê.

Malên ku sivîlan vala kirine ji hêla DAÎŞ’ê ve mayin û kemîn hatine danîn. Hem ji ber hebûna sivîlan û hem jî ji ber kemînên ku hatine danîn, bi operasyonên nuqteyan hewl tê dayin ku çete werin bêbandorkirin.

LI BAJÊR HÊ JÎ 10 HEZAR MIROV HENE

Li gorî jêderkên Meclîsa Leşkerî heya niha ji 1500’î zêdetir çete hatine kuştin. Di nav van de bi hindikayî şeş mîrên DAÎŞ’ê jî hene.

Li navenda bajêr ji 20’an zêdetir tax hene. Li gorî Kobanê du-sê caran li Kobanê ye. Gel heya bajêr beriya ku  şerê 2011’ê destpê bike li derdora 120 hezarî bûye.

Li gorî texmînan hê jî li derdora 10 hezar mirovî li bajêr neçar maye. Tê gotin ev sivîl weke mertalên zindî têne bikaranîn û bi zorê wan bi çek û rext dikin.

Bi şev jî nahêlin ku sivîl têkevin malên we. Bi vî awayî endamên DAÎŞ’ê hewl didin ku xwe ji êrîşan biparêzin.

DUYEMÎN NAVENDA HERÎ MEZIN A DAÎŞ’ê

Dîsa li gorî saloxan li bajêr bi taybetî wekî jêrzemînan gelek tunêl hatine çêkirin. Minbic piştî Reqayê duyem bajarê mezin e ê di bin dagirkeriya DAÎŞ’ê de ye.

Ev der ji ber ku qada sereke ya perwerdehî û rêxistiniyê yê endamên çeteyan e ku ji Tirkiyê wan dişînin Ewropayê, cihekî staretejîk e.