Federalîzm garantiya hevgirtin û siberoja gelan e

Delegeyên civîna li ser pêşnûmeya Hevpeymana Civakî ya Sîstema Federaliya Demokratîk dan xuyakirin, ku çi dibe bila bibe wê federalîzm bi ser bikeve.

Kurd, Ereb, Suryaniyên tevlî civîna li Amûdê ya li ser pêşnûmeya Hevpeymana Civakî ya Sîstema Federaliya Demokratîk bûn, encamên civînê ji ANF'ê re nirxandin.

Ciwana El Xîzam da xuyakirin, ku di nava vê sîstemê de jin dikarin xwe îfade bikin û destnîşan kir, ku weke jinên ji gelên din ew jî dixwazin di nava sîstema federal de bi roleke xurt rabin û li her qadê têbikoşin. El Xîzam got, "Di vê demê de ku Sûriye ji nû ve tê dîzaynkirin, hêviya gelên Bakurê Sûriyeyê û Rojava, federalîzm e ku sîstemeke azad û yekîtiya gelan e. Em bi vê berpirsyariyê, ji bo siberoja hevpar a gelên xwe li hev civiyan e. Biryarên ji vê civînê derkevin, wê ji bo azadiya gelên me dîrokî bin. Rola jinê ya di nava vê sîstemê de, erênî ye. Hêviya me ew e ku demokrasiya em li vir li ser daxivin, bikeve meriyetê."

'ME BIRYARA AVAKIRINA SIBEROJA HEVPAR CAREKE DIN RAGIHAND'

Ji delegeyên gelê Suryanî Bahdê Dawid Gorgiz jî bibîr xist, ku li erdnîgariya ew lê dijîn gelek hêz êrîş dikin û gelan pir êş kişandine. Gorgiz got, "Ji bo bidawîkirina van êşan û ragihandina biryardariya jiyana hevpar em li hev civiyan e." Gorgiz da xuyakirin, ku gelên Suryanî-Asûrî hindikayî ne, lewma timî dibin hedefa êrîşan û anî ziman, ku bi tena serê xwe nikarin xwe biparêzin, lê di nava hêzên berxwedanê yên bi pêşengiya YPG'ê û sîstema federal de xwe temsîl dikin. Gorgiz got, "YPG'ê herêma me ji çeteyan paqij kir. Ez êdî bi hêvî me ku herêma me wê ewle be û bibe cihekî jiyana hevpar a gelan." Gorgiz da xuyakirin, ku civîn nîşan dide, ew li dora nirxên hevpar ên gelan dibin yek û destnîşan kir, bi biryarên werin standin re wê siberoja hevpar were avakirin.

'EGER KURD NEBÛNA, EV AX WÊ BI DEHAN CARAN BIHATINA TALANKIRIN'

Ji rûspiyên eşîra Harbî ya Ereb Hilo Hesen Ebeyt Xelîl bal kişand ser rewşa hesas a pêvajoyê û destnîşan kir, ku divê ew di nava vê hesasiyetê de her têbikoşin. Xelîl ragihand, gelên ji destê çeteyên DAIŞ'ê û komên terorîst ên dewleta Tirk êşê dikişînin, li vê derê li hev civiyan e û hewl didin mercên jiyana bi hev re bafirînin. Ebeyt Xelîl got, "Siberoja me wê bi vê hêz û xebata hevpar bi ser bikeve. Em bawerin, ev hegirtina me wê ji bo tevahiya gelên Sûriyeyê bibe rêbaza çareseriyê. Di nava civata heyî de nîjadperestî, mezhebperestî û zayendîperestî nîne. Em dixwazin li ser vê xakê jiyanê ji nû ve ava bikin û aştî û azadiyê bafirînin. Bi hev re, bi xwedîderketina li hev em dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin." Ebeyt Xelîl da xuyakirin, ku ew nikare fedekarî û keda gelê Kurd a ji bo gelên herêmê înkar bike û got, "Eger ew nebûya, ev ax wê bi dehan caran bihata talankirin û her yek ji me têk çûbûn."

'WÊ KES NIKARIBE LI PÊŞIYA SERKETINA SÎSTEMA FEDERAL BIBE ASTENG'

Ji delegeyên Kurd Mihemed Îsmaîl bi gotina "Ez bawerim ev civîn wê ji bo siberoja gelê me roleke erênî bilîze, lewma amadekar û beşdarên civînê pîroz dikim" dest bi axaftina xwe kir û diyar kir, ji bo rûniştandina sîstema wan divê perwerde hîn bêhtir were kirin.

'JINÊN KURD JI BO AZADIYA GELAN TÊKOŞIYAN'

Îsmaîl bal kişand ser rola jinên Kurd a di nava têkoşînê de û got, "Ya ku jinên Kurd ji bo azadiya van gelan kir, mêrên kesekî din, nekarî bike." Îsmaîl da zanîn, ku hemû pêkhate tevlî civînê bûne û li ser siberoja xwe biryarê didin. Îsmaîl got, "Sîstema federal, Amerîka jî nexwaze, wê bi ser bikeve. Ji ber ku pêwîstiya gelan bi hevgirtin û jiyaneke wekhev heye. Yên ku sîstema me ya federal bi ser bixîne, gel, ol û çandên li vir e. Weke gelên li herêmê me dest dan hev û xwe ji tofanê, ji DAIŞ, Nûs,ra Siûdî û Tirkan parastin. Eger em nehêlin yekîtiya me xera bibe, wê federalîzm ji sedî sed bi ser bikeve. Sîstema federal a demokratîk yekane rêya çareseriyê ye ji bo gelên li Sûriyeyê. Federalîzm nebe, li Sûriyeyê ti carî aştî û aramî nabe."

...