Êrîşên li dijî HDP’ê hatin protestokirin

Êrîşên li dijî HDP’ê yên di demên dawî de zêde bûne li navçeya Serav a Wanê bi daxuyaniyek girseyî hatin protestokirin.

Li navçeya Mehmûdî ya Wanê girseya li cadeya Îkî Nîsanê civiya, êrîşên li dijî HDP’ê protesto kirin. Hevşaredarê Mehmûdî Abdulkadîr Çalişkan û Zîlan Aldatmaz, rêveberên HDP û DBP’ê  û gelek kes beşdar bûn.

Hevserokê HDP’ê ya Mehmûdî Şahabettîn Bîlmez daxuyanî xwend û da zanîn ku di demên dawî de êrîşên li dijî HDP’ê zêde bûne û ji ber êrîşan êrîşan mensûbên zîhniyeta paşverû, dixwazin di nava gelê me de kaosê plan bikin. Bîlmez got ku êrîşên hefteya dawî yên li Uşak, Zonguldak, Bîlecîk û cihên din parçeyek vê planê ne û wiha axivî: "Em ê ti car destûrê nedin vê zîhniyeta ku pêşeroja welat tarî dikin. Em carek didin dibêjin ku wê di 7’ê Hezîranê de em ê bi HDP’ê re bikevin meclîsê. Em wek HDP’ê teqez nayên van lîstikan. “

Piştî daxuyaniyê girseyê bi dirûşman êrîşên li hember HDP’ê şermezarkirin.