Dewleta Tirk li Biradostê êrişî sivîlan kir: Gundiyek hate kuştin

Dewleta Tirk a dagirker şeva Pêncşemê li herêma Biradostê ya Başûrê Kurdistanê êriş bir ser sivîlan û di encamê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku balafirên şer ên Tirk bombe li gundê Nawdarokê yê li Biradostê barandin.

Her wiha hate diyarkirin ku welatiyê ji gund ê bi navê Serwer Hacî Qadir winda bûye, lê di danê vê sibehê de cenazeyê wê hatiye dîtin ku derket holê di encama bombebaranê de şehîd bûye.

Heman çavkaniyê destnîşan kir ku duh şev ji ber gera zêde ya balefirên dewleta Tirk û bombebarankirin herêmê, nekarîn li Serwer Hacî bigerin heta vê sibehê nû hate dîtin.

Hêjayî gotinêye ku dewleta Tirk a dagirker bê navber Herêma Kurdistanê û welatiyan bombebaran dike. Herî dawî heftiya borî li sînorê gundê Gelale yê li navçeya Şarbajêr a ser bi Silêmaniyê welatiyek hate şehîdkirin. Ji serê salê de di êriş û bombebaranên dewleta Tirk a dagirker de 10  welatî hatine şehîdxistin.