Dewleta Tirk bênavber bombeyan li Şirnexê dibarîne

Li Şirnexê berxwedana xwerêveberiyê di roja 71. de ye. Ji duh bi şev û vir ve bi tank û panzeran bênavber bombe li taxan tên barandin.

Li pêşiya taxên Bahçelîevler, Yenî, Îsmetpaşa, Gazîpaşa û Aydinlikevlerê, gelek tank û panzer hatin bicihkirin. Panzerên ketin nava kolanên taxa Yenî, xaniyan hedef digirin û bombeyan li wan dibarînin.

Li taxên Bahçelîevler û Aydinlikevlerê jî, di navbera endamên YPS/YPS Jinê û çeteyên Qesrê de şerekî dijwar diqewime.

Li taxên Îsmetpaşa, Cûmhûriyet û Gazîpaşayê, gelek xanî ji aliyê çeteyên Qesrê ve hatin şewitandin. Bi kepçeyên zirxî xanî tên xerakirin.

Li herêmên bejahî û navenda bajêr jî liv û tevgera balafirên keşfê yên û helîkopteran dewam dike.

Gelek helîkopterên danê sibehê ji Fermandariya Jendermeyan a Çakirsogutê rabûn, li bejahiya bajêr ji nizm ve firiyan.