Dengê topan tê û dû bi ser gundê Xerabê Bava ketiye

Leşkerên Tirk îro jî nehiştin heyet biçe gundê Xerabê Bava. Ji herêmê dengê topan tê û dû bi ser gund ve ketiye.

Terora dewleta Tirk a li gundê Xerabê Bava yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê dewam dike. Heyeta ji KCD, DBP, HDP û Dayikên Aştiyê, ji bo karibe biçe gund, îro jî berê xwe da herêmê. Heyeta ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Cîgira Hevserokên DBP'ê Gulcîhan Şîmşek, Alîkarê Hevserokên DBP'ê Mehmet Arslan û wekîlên HDP'ê Ayşe Acar Başaran û Erol Dora jî di nav de ye, li cihekî bi 15 kîlometreyan dûrî gund, ji aliyê leşkerên Tirk ve hat sekinandin.

Leşkeran bi maşînên zirxî rê girtin û nehiştin kes derbas bibe. Heyet hê jî li vê derê ye û hewl dide ji benda leşkeran derbas bibe. Ji herêmê dengê topan tê û dû bi ser gund ve ketiye.