DAIŞ'ê hewl da êrîşî Mexmûrê bike
Çeteyên DAIŞ'e yên hewl dan bikevin nava kampa penaberan a Mexmûrê hatin bêbandorkirin.
Çeteyên DAIŞ'e yên hewl dan bikevin nava kampa penaberan a Mexmûrê hatin bêbandorkirin.
Danê vê sibehê saet di 06:00 de, çeteyên DAIŞ'ê hewl dan êrîşî Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) bikin.
Gerîlayên HPG'ê bi çeteyan hesiyan û dest li wan werdan. Di encama vê destwedanê de yek ji çeteyan bombeya li ser xwe teqand, yek jî ji aliyê gerîla ve hat kuştin.
Li dû vê hewldana êrîşê ya çeteyan, li nava kampê û li dora wê, tedbîrên berfireh ên ewlekariye hatin zêdekirin.