CPT: Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê di nava mehekê de 5 kes qetil kir

CPT’ê diyar kir ku di êrîş û bomberdûmanên ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê kiriye, di nava mehekê de 5 kes hatine qetilkirin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Heya niha di êrişan de gelek welatî hatin qetilkirin û birîndar bûne.

Rêxistina CPT ziyanên di nava mehekê di encama êrişên dewleta Tirk de bi rêya raporê belavkir.

Li gorî raporê, di nava 21’ê Gulan heya 21’ê Hezîrana 2022’an de, ji ber operasyonên dewleta Tirk ên li ser xaka Herêma Kurdistanê, 5 welatiyên sivîl ku di nav de 3 zarok bûn, şehîd ketine û 15 welatiyên din jî birîndar bûne.

Li gorî heman raporê, piştî êrişên esmanî yên di 21’ê Gulana 2022’an yên ser bi gundê Tuteqel ya li qezaya Çemçemal û şehîdxistina du welatiyên sivîl, niha 8 malbatan ji tirsa bombebaranê dewleta Tirk gundên xwe vala kirine.

‘TIRKIYEYÊ BAREGEHÊN NÛ AVA KIRIYE’

Di dewama raporê de hate gotin; “Tirkiyeyê di çarçoveya operasyona xwe ya dawî de, 4 baregehên leşkerî li herêmên Avaşîn û Zapê ava kiriye. Ji 16’ê Hezîranê ve jî hewl didin baregehek din li ser çiyayê Kurejahro ava bikin.”

Li gorî belgeyên bi destê CPT ketine, bûyera 26’ê Gulana 2022’an ya li Bamernê ku 3 zarok tê de şehîd bibûn, ji aliyê dewleta Tirk û encama êrişa dewleta Tirk ve pêk hatiye.

CPT’ê da zanîn ku leşkerên Tirk ji baregehên xwe gundan topbaran dikin, her roj guleyan li gundan direşîne. Hate diyarkirin di nava 3 rojan de yanî ji ji 15 heya 17’ê Hezîrana 2022’an de, 5 welatiyên sivîl li Derkar, yek jî li Kanî masî ji ber êriş û topbaran dewleta Tirk birîndar bûne.