Bayik: Li ser Rêber Apo xeteriyeke mezin heye

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir, xeteriya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji berê qat bi qat zêdetir bûye.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir, xeteriya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji berê qat bi qat zêdetir bûye.

Bayik di 'Bernameya Taybet' a MED NÛÇE de bersiv da pirsên li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

'RÊBER APO, DEMOKRASÎ Û AZADIYÊ TEMSÎL DIKE'

Der barê daxuyaniya Wezîrê Edaletê yê Tirk de, ku îdîa dike 'rewşa Ocalan baş e' Bayik got, "Wezîrê Edaletê bêguman wê daxuyaniyeke bi vî rengî bide. Jê nedihat hêvîkirin ku daxuyaniyeke bi rengekî din bide. Divê kes bi van daxuyaniyên Wezîrê Edalete nexape. Divê her kes mezinahiya xeteriya li ser Rêber Apo zanibe. Û ji bo pêşîgirtina li vê xeteriyê, her kes bikeve nava tevgerê."

XETERÎ ZÊDE BÛYE

Bayik got, "Parastina Rêber Apo bi tenê erka Kurdan nîne. Erk û wezîfeya hemû hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê ye. Erka hêzên ku li qada navneteweyî dibêjin ew dilsozê azadî û demokrasiyê ne, ye. Rêber Apo dixwaze Tirkiyeyê demokratîk bike, pirsgirêka Kurd jî di nav de hemû pirsgirêkan bi rêya demokratîk çareser bike, li ser vê bingehê Rojhilata Navîn demokratîk bike, şer, nakokîk, dijminatî û komkujiyan ji holê rake. Lewma her kesên alîgirê demokrasî û azadiyê, yên li dijî şer, komkujî û dijminatiyê, divê xwedî li Rêber Apo derkevin."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da zanîn, li Tirkiyeyê du kesên girîng hene ku li Tirkiyeyê siyasetê destnîşan dikin û ev tespît kir: "Yek ji wan Erdogan e, yê din jî Rêber Apo ye. Têkoşîn di navbera van de tê meşandin. Rêber Apo demokrasî, azadî û edaletê temsîl dike, çareseriya pirsgirêkan a bi rêya demokratîk esas digire, ji bo vê hewl dide û pêşengiyê dike. Erdogan jî pêşengiyê ji faşîzmê re dike. Erdogan demokrasî û azadiyê qetil dike. Gelan, çand, bawerî û olan qetil dike. Vê yekê ne tenê li Kurdan û Tirkiyeyê dike, di heman demê de şer, zilm, zext û komkujiyê li Rojhilata Navîn jî dike. Şer jî ji ber vê nakokiyê derdikeve holê.

Li Tirkiye û Rojhilata Navîn gelo wê xeta Rêber Apo ser dest bibe, yan jî xeta faşîst a Erdogan? Şer li ser vê tê meşandin. Lewma, hê dem heye, divê alîgirên azadî û demokrasiyê xwedî li tenduristî ewlekarî û azadiya Rêber Apo derkevin.

Di rewşa heyî de xeteriya li ser Rêber Apo gelekî mezin e. Ji ber ku Rêber Apo xwest, di bin sîwana HDP'ê de hemû hêzên demokrasiyê cihê xwe li parlamentê bigirin û li ser vê bingehê Tirkiyeyê demokratîk bike. Xwest komar demokratîk bibe. Lê belê Erdogan niha HDP'ê dehf dide derveyî parlamentê, dest datîne ser şaredariyan. Ji xwe tecrîda di nava tecrîdê de li hemberî Rêber Apo dimeşîne. Ji ber ku Rêber Apo li hemberî xwe weke astengiyeke mezin dibîne. Lewma xeteriya li ser Rêber Apo li gorî dema berê qat bi qat zêde bûye. Ti agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Pêwîste hemû hêzên demokrasiyê bikin ku malbat û parêzer derhal biçin Rêber Apo bibînin. Girîng e di vî warî de têbikoşin."

'HÊZÊN NAVNETEWEYÎ JÎ BERPIRSYAR IN'

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin, ku hêzên global ên di nava komployê de cih girtin, ew jî ji rewşa heyî ya Ocalan lê tê ragirtin berpirsyar in û got, "Eger ev hêz dibêjin em dilsozê demokrasî, azadî û nirxên wan e, em hurmetê nîşanî mafên mirovan didin. Wê demê vaye yê van nirxan temsîl dike Rêber Apo ye. Rêber Apo li dijî faşîzmê, pêşengiya van nirxan dike. Lewma divê xwedî lê derkevin. Pêwîste helwesta şaş a beriya niha nîşan dabûn sererast bikin û xwe bidin efûkirin."