BI DÎMEN

Şengalî vedigerin warê xwe

Vegera xelkê Şengalê yên ji ber êrîşên hovane yên çeteyên DAÎŞ’ê koçber bûbûn, didome. 79 malbat ji Kampa Êsiya ya girêdayî Dihokê vegeriyan Şengalê û piraniya wan li Digurê bi cih bûn.

Şengalî vedigerin warê xwe

Vegera xelkê Şengalê ji kampên Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Herî dawî li ser hev nêzî 150 malbatên Şengalî vegeriyan li ser warê xwe. 79 malbatên din jî îro ji Kampa Êsiya ya girêdayî Dihokê vegeriyan Şengalê û piraniya wan li Digurê bi cih bûn.

Tê payîn ku di demên pêş de jî gelek malbatên Şengalî vegerin li ser cih û warê xwe.

PDK hewil dide ku malbatên vedigerin li ser cih û warê xwe asteng bike. Lê belê malbatên Şengalî ligel hemû astengiyan vedigerin li ser warê xwe û ji aliyê gel ve bi coş tên pêşwazîkirin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Wezareta Koçberan a Îraqê biryar girtiye ku heta 30’ê Tîrmehê hemû kampên Başûrê Kurdistanê û bi taybet kampên Şengaliyan werin valekirin.