Zagrosan şahidî ji Nûcan Nûrhak re kir

Nûcan Nûrhak ku ji nava rastiya gelê Botanê derket, ji bo azadkirina hemû jinan berê xwe da nava refên gerîla. Li çiyayên Zagrosê, bi têkoşîna xwe re agirê serhildanê yê gelê xwe geş kir.

Şerê ji bo azadiya welat, gel û jinê, weke sedema xwe ya jiyanê dît. Xwest zû bi zû xwe bigihîne çiyayên ku wê lê bibe milîtan, bibe şervan û lê azad bibe. Nûcan Nûrhak (Hafiye Bîlgî) bi vê bîr û baweriyê, di sala 2005'an de tevlî nava refên gerîla bû. Li vê herêma dijwar, di nava şerekî giran de sê salên xwe derbas kir. Di 15'ê Nîsana 2008'an de qîrîna xwe ya azadiyê mezin kir û xwe gihand şehîdên Kurdistanê.

Nûcan Nûrhak ku ji nava rastiya gelê Botanê derket, ji bo azadkirina hemû jinan berê xwe da nava refên gerîla. Li çiyayên Zagrosê, bi têkoşîna xwe re agirê serhildanê yê gelê xwe geş kir.

Nûcan Nûrhak (Hafiye Bîlgî) di sala 1986'an de li Şirnexê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Eşîra Bilikî ku eşîra wê ye, yek ji eşîrên welatparêz ên Botanê tê naskirin. Nûcan li navenda berxwedana Kurdistanê li Botanê ji dayik bû, mezin bû û hê di emrê zarokatiyê de welatparêzî fêhm kir. Ji ber ku ewlada gelekî berxwedêr bû, di kesayetiya xwe de ruhê serhildêr û azadîxwaz afirand. Nûcan tevî fêhmkirina rastiya mêtîngeriya Tirk a li Kurdistanê, bi rastiya jinê jî hesiya. Rewşa jinê ku vîna wê tine dihat hesibandin, hebûna wê nedihat qebûlkirin, ti carî nepejirand. Her ku gerîlayên Kurdistanê nas kir, fêhm kir ku cihê wê gel gerîla ye.

BÛ GERÎLA

Di sala 2005'an de ji Şirnexê tevlî nava refên gerîla bû. Ji bo Nûcan, çiyayên Kurdistanê cih û warên pîroz bûn. Ji bo xwe bigihîne çiyayên lê azad bibe, dilezand. Û ew êdî di nava refên têkoşînê de bû.

Bi vî rengî qala wan kêliyên destpêkê dikir: "Ez gelekî bi şens û kêfxweş im, ji ber ku tevlî nava refên têkoşînê bûm e. Jiyana gerîla ne weke ku ji derve tê dîtin e. Dema mirov dikevin navê, hingî wateya wê baştir fêhm dikin. Ji bo fêhmkirina sira gerîla jî pêwîstî bi hefteyan, bi mehan, bi salan heye. Hê di kêliya destpêkê de mirov hevrêya rû li ken û dilgerm dibînin. Ev yek dibe mizgînî ji bo xwegihandina sira jiyana gerîla. Di wê kêliyê de dengek tê guhê te, ku dibêje gerîla di nava hevrêtiyê de veşartî ye."

Nûcan, ku tevlî nava şert û mercên çiyê û rastiya şer bû, bi kesayetiya xwe ya zîrek û perwerdekar, di ndemeke kurt de li nava refên gerîla bi pêş ket. Ji ber taybetmendiyên xwe yên parvekar û dilsoziya bi hevrêtiyê re, hemû hevalên wê jê hez dikirin. Dengekî wê yê bedew hebû, ku dilê hevrêyên xwe xweş dikir. Li ser lehengî û berxwedana her hevrêyên di rêya şoreşê de şehîd bûn, stran çêdikir.

DI NAVA GERÎLA DE HÎNÎ XWENDIN Û NIVÎSANDINÊ BÛ

Zarokên welatê wê, li dibistanên dewleta Tirk dûrî ji rastiya xwe, bi çand û zimanê Tirkî perwerde didîtin. Ji ber ku li dibistanên dewletê yên Tirk nexwend, xwe bi şens dît. Lê belê dizanîbû ku perwerde jî divê bê kirin. Weke karê destpêkê hînî xwendin-nivîsandinê bû. Ji bo fêhmkirina îdeolojî û felsefeya jiyanê ya Ocalan, gelek pirtûk û analîz xwend.

BERIYA ŞEHADETA XWE, BANG KIR

Gerîla Nûcan beriya şehîd bibe, nivîsek ji bo gelê Kurdistanê, bi taybetî ji bo jin û ciwanan mîna wasiyetê nivîsand.

Ji bo jin û ciwanan digot, ku sîstema ew di nav de ne, jiyaneke sexte pêşkêşî wan dike û ev pirs dikir: "Gelo hê dem nehatiye ku keç, serî rakin û bêjin êdî bes e? Di nava sîstema serdestiya mêr de, gelo haya we jê nîne ku ji cinawirê navê jiyanê lê kirine û we difetisîne, ti cudahiya we nema ye? Eger azadiyeke rasteqîn tê xwestin, gelo dem nehatiye ku hûn serî rakin û dest bi berxwedanê bikin?

Mêr ên ciwan ên welatê min, hûn xwedî enerjî û nûbûneke ku dikarin jiyaneke nû bafirînin. Dibe ku lîstikên herî qirêj li ser we tên lîstin. Hûn jî di vê lîstikê de bêyî haya we jê hebe, rola ku ji we re hatiye dayîn bi cih tînin. Hûn sînorên li pêşiya xwe nabînin. Gelo dem nehatiye ku hûn çend gavan bavêjin û sînoran ji holê rakin? Dem nehatiye ku ji bo rizgariya welêt, hemû lîstikên qirêj red bikin û serî hildin?

WÊ ÇAXÊ HÛN LI BENDA ÇI NE?

Dê û bavên me, ku kurên xwe yên ciwan dişînin leşkeriyê. Gelo dilê we naêşîne ku ciwanên Kurd bi çeka dijmin xwişk û birayên xwe bikujin? Gelo we di vê astê de dest ji keç û xortên xwe berdane? Gelo we dest ji welatê xwe berdane?

Na! We dest jê bernedane. Ez bi gelê xwe yê dilê xwe bi birîn e dizanim. Ez dizanim ku çi dibe bila bibe wê dest ji welêt û azadiyê bernede. Wê demê hûn li benda çi ne? Bi keç, xort, jin, mêr, dayik, bav û zarok hemû li ber koledariyê, mêtîngeriyê rabin û qadên azadiyê dagirin. Werin em bi hev re agirê azadiyê geş bikin."