YJK-E ji bo Xerabê Bava banga çalakiyan kir

YJK-E: Em bang li jiyanan, tevahiya gelê xwe, şoreşgeran, demokrat û hêzên alîgirê mirovan dikin, ku li dijî komkujiyê dakevin qadan.

Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E) li ser terora dewleta Tirk a li gundê Xerabê Bava yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Em bang li jiyanan, tevahiya gelê xwe, şoreşgeran, demokrat û hêzên alîgirê mirovan dikin, ku li dijî komkujiyê dakevin qadan."

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, çeteyên AKP-MHP-Qesra Erdogan, ji gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê dest bi karê xwe yê referandûma 16'ê Nîsanê kirine û da zanîn, li vî gundê ku ji 1'ê Sibatê û vir ve dor lê hatiye girtin, 3 Kurd hatine înfazkirin.

YJK-E diyar kir, di êrîşên dewleat Tirk de gelek kes hatine binçavkirin, aqûbeta gelek kesan nayê zanîn û got: "Em, lenetê li zîhniyeta dewleta Tirk a faşîst tînin, ku bi revandina zarokên keç ên 12 salî û bi destdirêjiya li jinên Kurd hewl dide vîna gel bişikîne."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, komkujiya ku li gundê Xerabê Bava tê kirin nîşan dide, ku dewleta Tirk dixwaze kevneşopiya xwe ya komkujiyan bidomîne û hat gotin, "Çeteyên dewleta Tirk ên li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê hovîtî kirin, wêneyên vê hovîtiya xwe li ser hesabên xwe yên medya civakî parve kirin. Li ser cenazeyên şehîdên me nîşaneya kûçikan kirin. Em bi ti awayî bêdengiya li pêşberî vê hovîtiyê qebûl nakin.

Di serî de jinên Kurd ên welatparêz ên li Elmanyayê em bang li tevahiya gelê xwe, şoreşger, demokrat, hêzên alîgirê mirovahiyê û saziyên jinan dikin, ku li dijî komkujiya çeteyên AKP-MHP'ê ya li gundê Xerabê Bava bi dirûşma 'roj roja yekîtiyê ye' dakevin kolanan û cihê lê ne veguherînin qada çalakiyê."