NÛ BÛ

Parlamentera HDP'ê Kaya derxistin pêşiya serdozgeriyê

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya ku duh li Afyonê hat binçavkirin, anîn Dadgeha Amedê.

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve tê meşandin Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya şevê din li Afyonê hat binçavkirin û piştî bi saetan li Balefirgeha Adnan Menderes a Îzmîrê hat rawestandin anîn Dadgeha Amedê.

Di çarçoveya lêpirsîna derbarê Kaya hatiye vekirin de, wê Kaya îfade bide Serdozgeriya Komarê ya Amedê.

Destur nayê dayîn ku parlamenterên HDP’ê yên li ser avahiya Dadgehê sekinîne bikevin hundir.