NY: Li Afganistanê 1,2 milyon jinên ciwan nikarin biçin dibistanê

Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Michelle Bachelet ragihand ku li Afganistanê 1,2 mîlyon xwendekarên jin ên dibistana navîn ji dema ku Talîban bûye desthilatdar, nikarin biçin dibistanên xwe.

Komîsera Bilind a Mafên Mirovan Mîchelle Bachelet di rûniştina taybet a bi mijara "Li Afganistanê mafên jinan û zarokên keç" a di çarçoveya 50’emîn Rûniştina Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de axivî, geşedanên welat ên dawî yên têkildarî rewşa jinan nirxand.

Bachelet, anî ziman ku tundiya li ser jinan ji hemû qadan zêde bûye û destnîşan kir ku qedexekirina cil û berg, liv û tevgerê ya li jinan tê kirin bi xwe re nexweşiyên psîkolojîk jî çêdike.

'CIHÊN KAR ÊN JINAN HATIN GIRTIN’

Bachelet got, "Dema ku aboriya welêt rastî hilweşînek mezin hat, hejmara jinên bê kar zêde bû û gelek karsaziyên ku ji hêla jinan ve têne rêvebirin hatin girtin."

Bachelet bal kişand ser wê yekê ku tevî sozên hikûmeta demkî ya Talîbanê astengiyên li ser mafên jinan a perwerdehiyê berdewam dikin û got, "1,2 milyon jinên ciwan nikarin xwendina xwe ya navîn berdewam bikin." Bachelet diyar kir ku heta ku guhertinên berbiçav neyên kirin, pêşerojeke tarîtir li benda jinên Afganistanê ye.

Bachelet bang li hikûmeta demkî ya Talîbanê kir û diyar bike bila Talîban ‘bangên jinan bibihîze û hawîrdorek ji bo diyaloga çêker ava bike û piştrast bike ku jinên ciwan xwendina xwe ya navîn berdewam bikin.’