Ji KCK'ê daxuyaniya têkildarî 'Komkujiya Sêwasê'

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera 32'emîn a Komkujiya Sêwasê daxuyaniyek da û mirovên jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyek weşand û got, "Rêya rizgariya ji dîroka komkujî û qirkirinê, bidawîkirina feraseta netewe dewlet a yekperest e."

Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî ye:

"Di ser Komkujiya Sêwasê re 32 sal derbas bûn ku em bi hêrs û êşeke mezin bi bîr tînin. Em vê komkujiyê careke din şermezar dikin ku bi destê hêzên nijadperest, paşverû û faşîst hate kirin û kesên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bi hurmet bi bîr tînin. Komkujiya ku li Sêwasê hate kirin yek ji komkujiyên herî giran ên dîroka mirovahiyê bû. Piraniya wan nivîskar, hunermend, rojnamevan û rewşenbîr ku ji bo tevlîbûna li çalakiyekê li Sêwasê bûn, li Otela Madimakê ku lê diman bi rengekî xwînxwarî hatin şewitandin. Piraniya wan hîn gelekî ciwan bûn. Hem armanc hem jî şêweyê pêkhatina vê komkujiya hovane di dil û mejiyê civaka Elewî û gelê Kurdistan û Tirkiyeyê de bû birîneke mezin.

Komkujiya Sêwasê weke komkujiyên Çorûm û Mereşê hem gel û êrîşek li dijî civaka Elewî bû, hem jî komkujiyek li hemberî mejiyê ronakbîriya demokratîk şoreşger a Tirkiyeyê bû. Bi van komkujiyan re ku berhemê zîhniyeta netewe-dewletê ya paşverû û yekperest bû, hate xwestin ku paşeroja hevpar a demokratîk azad a gelan bê tarîkirin, civak bi hev bê qirkirin, civakê bikin dijminê hev û teslîm bigire. Ev yek di hemû komkujiyên li hemberî civaka Elewî de bi şênberî hatiye dîtin. Her carê hêzên provokator û paramîlîter xistin dewrê, bi destê wan hewl dan ku dijberiyê bixin navbera mezheban û piştre jî atmosfereke êrîş û komkujiyan biafirînin. Li pişt van hemû komkujiyan dewlet bi xwe hebû. Helwesta mafdarkirin û parastina komkujeran, rola dewletê ya di nava komkujiyan de bi şênberî nîşan dide. Heman rewş di Komkujiya Sêwasê de jî hate nîşandan. Yên ku komkujî kirin bi salan hatin parastin û dawiya dawî jî mafdar hatin nîşandan.

Nêzîkatiya dewletê ya li Elewiyan û gelê Kurd weke hev e. Çawa ku di pêvajoya komarê de Kurd hatin înkarkirin, bi komkujiyan hewl hate dayin ku bêne qirkirin, înkar li ser Elewiyan jî hate ferzkirin û ji ber çand û baweriya xwe zext li wan hate kirin, komkujî û qirkirin li wan hate kirin. Heman nêzîkatî li hemberî gel û çandên din jî hate nîşandan. Gelê Kurd ku ev rastî bi kûrahî dîtiye di serî de bi Elewiyan re bi hemû gelên ku komkujî li wan hatiye kirin, empatiyeke xurt û helwesteke piştevaniyê nîşan daye.

Ev nêzîkatiay înkar, komkujî û qirkirinê ya ku li ser gelan hemûyan tê ferzkirin, xwe dispêre zîhniyeta netewe dewletê ya tekperest. Rizgariya ji vê dîroka komkujî û qirkirinê bi jiholêrakirina feraseta netewe dewletê ya tekperest dibe. Ev yek jî bi demokratîkbûna komarê dikare pêk were.

Banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo ji aliyê cewherî ve dixwaze dîroka qirkirin û komkujiyê bi dawî bike, li ser bingeha azadî û wekheviya bi hev re ya gelan jiyaneke demokratîk a bi xwişk û biratiyê ava bike. Em jî di wê baweriyê de ne ku Civaka Demokratîk wê bi tifaqên gelan û têkoşîna rêxistinbûyî pêk were û bi jiyana azad a demokratîk bikeve meriyetê ku gel bi hesreta wê ye. Bersiva me ya herî rast a li hemberî van komkujiyên li hemberî gelan, wê pêkhatina vê armanca dîrokî be. Bi vê hest û baweriyê em careke din mirovên di Komkujiya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dane bi hurmet bi bîr tînin."