HPG: Li Girê Amediyê dagirkerek hate cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku li herêma Zapê di çalakiyên gerîla yên bi sekvaniyê de dagirkerek hate cezakirin, sîstemên kamera yên mobesse hatin îmhakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker bi vî rengî ne:

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

22'ê Nîsanê saet di 08:45, 08:47 û 08:49'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li dijî dagirkeran û sîstema kamera ya mobesse ya dagirkeran bi sekvaniyê çalakî hate kirin. Di encama çalakiyan de dagirkerek hate cezakirin, 2 sîstemên kamera yên mobesse hatin îmhakirin.

23'ê Nîsanê saet di 08:50 û 08:55'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li sîstema kamera ya mobesse ya dagirkeran hate xistin. Di encama çalakiyan de 2 sîstemên kamera yên mobesse hatin îmhakirin.

22'ê Nîsanê saet di 14:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî dagirkerên ku ketibûn nava liv û tevgerê û dixwestin kamera mobesse bi cih bikin, bi çekên nîv otomatîk destwerdan hate kirin û destûr nehate dayin ku kamerayê bi cih bike.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

21, 22 û 23'ê Nîsanê li herêma Metînayê qadên Şêlazê, Dergelê, Bêşîlî, Serê Metîna 8 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Girê Bahar, Girê Cûdî 3 caran, li herêma Xakurkê qada Sinînê 2 caran bi giştî 13 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

21'ê Nîsanê li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Şêlazê bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin."