Encamnameya Kongreya Jinan a li Qamişlo hat eşkerekirin

Encamnameya Kongreya Jinan a Qamşlo hat eşkerekirin. Di encamnameyê de ji bo qadên siyasî, civakî, hiqûqî, aborî û perwerdehî pêşniyar hatin kirin.

Bi pêşengiya Yekitiya Jinan a Navneteweyî ji bo Aştî û Azadiyê, Tora Pêşengên Aştiyê û Komeleya Şawîşka, di 3 û 4’ê Sibatê de bi sernavê "Beşdarbûna jinan di avakirina Sûriyeya nû de pêdivî ye" kongreyek jinan li Qamişloyê hatibû lidarxistin. 

Encamnameya kongreyê bi vî rengî ye:

PÊŞNIYARÊN SIYASÎ Û QANÛNÎ

“- Bi armanca yekkirina xebatên rêxistinên têkildarî pirsgirêkên jinan û mîsogerkirina beşdariya jinan di qonaxa derbasbûnê de, her wiha bi armanca beşdariya jinan di nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyê de, banga lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya jinên Sûriyeyê hate kirin.

- Divê temsîla jinan di komîteya nivîsandina destûrê û navendên biryardayînê (desthilatên rêveber, qanûnsaz û dadwerî) de mîna ye mêran be.

- Divê di destûra nû de bendên parastina mafên jinan, kirîmînalîzkirina tundiya li ser jinan û têkoşîna li dijî tundiyê hebin.

- Divê planeke nîştimanî ya parastina mafên jinan, pêkanîna peyman û biryarên navneteweyî yên têkildarî aktîfkirina rola jinan di navakirina aştiyeke mayînde û jinûve avakirinê de, were amadekirin.

- Divê edalet ji bo jinên ku di demên şer de mexdûr bûne, hatine koçberkirin û tundiya zayendî li ser wan hatiye kirin pêk were.

- Em banga rawestandina hemû kiryar, nêzîkatî û daxuyaniyên li ser esasê cudekariya civakî dikin. Divê peyman, biryar û lihevkirinên navneteweyî yên taybet bi mafên jinan û rola wan di avakirina aştiyê de werin pêk anîn û dawî li tundiya li ser jinan were anîn.

- Li hundir û derveyî Sûriyeyê platformên çalakvanên jinên Sûriyeyî werin avakirin ku nûnertiya dengê jinên Sûriyeyî bikin, dozên wekheviya di navbera her du zayendan de ji meylên siyasî werin cudakirin.

- Divê bi rêya piştgiriya lêkolînên girêdayî pirsgirêkên jin û jinên ciwanan werin kirin û bi rêya platforêmên xwecih û navneteweyî yên jinan werin belavkirin.

- Di demên şer de jîngeh were parastin.

PÊŞNIYARÊN ABORÎ

- Piştgirîkirina projeyên gêşpêdanê yên domdar û hêsankirina karsaziya jinan.

- Zêdekirina gihandina jinan ji çavkaniyên aborî û balkişandina li ser pêşketina jinên gundan.

- Pêşxistina û alîkdardayîna kooperatîfên jinan.

- Bi armanca dabînkirina jîngeheke ewle û piştgiriya jinan di kar de, her wiha ji bo parastina jinan ji destdirêjî û îstismarkirinê, divê sendîkeyek ji bo jinên kedkar were avakirin.

- Pêşxistina hişmendiya jinan li ser mafê mîras, pêşxistina xweseriya dirav û milk û mafê jinê yê karkirinê.

PÊŞNIYARÊN CIVAKÎ

- Pêşxistina çanda wekheviya zayendî û dadmendiya civakî, bikaranîna medyayê ji bo belavkirina van nirxan.

- Piştgiriya saziyên lênêrînê û parastinê, dayîna piştgiriya derûnî, civakî û yasayî ji bo jin û jinên ku bûne qurbaniyên tundiyê.

- Urf û edetên neyînî yên civakî (zewaca zarokan, zewaca hilbijarî, zewaca berdêlî, bêparkirina jinan ji mîratê, astengkirina perwerdeya jinan), binpêkirinên mafên jinan in. Li hemberî van urf û edetan divê hişyarî were belavkirin.

- Piştgiriya rêxistinên civaka sivîl ên têkildarî jinan û peydakirina mekanîzmayên berdewamkirina xebata wan.

- Şikandina qalip û rolên civakî yên stereotip û aktîfkirina rola wan di geşkirina civakî ya domdar de.

- Bihêzkirina rêvebiriya civakî ya jinan û piştgirîkirina xebatên wan ên ji bo avakirina aşitiyê û xurtkirina hevgirtina civakî.

PÊŞNIYARÊN PERWERDEHÎ Û REWŞENBÎRÎ

-Divê perwerdeya bingehîn ji bo her du zayendan mecbûrî û bêpere be. Divê perwerdehiya di astên bilind de li gorî îmkanên jinan/keçan bêpere be

-Divê meteryalên perwerdeyê werin pêşxistin. Divê qalibên klasîkî yên şaş ên der barê jinan de werin rakirin û perwerde ji îdeolojiya siyasî bê cudakirin.

- Piştgirîkirina perwerdeya jinan bi rêya platformên elektronîkî, kampanyayên fêrkirina li ser xwendin û nivîsandinê. Dabînkirina jîngeheke perwerdehiyê ya ewle.

-Divê ji bo bexşeyên zanistî, wezîfedarkirin û lêkolînên akademîk di navbera zayendan de derfet werin peydakirin.

- Telafîkirina windahiyên xwendinê yên zarokên keç ku di salên borî de ji ber koçberî û encamên şer dev ji xwendinê berdaye. Peydakirina mekanîzmayên naskirina bawernameyên xwendinê yên jinên ciwan.

Em jinên di vê kongreyê de hazir bûne, em teqez dikin ku em ê têkoşîna ji bo mîsogerkirina beşdariya jinên Sûriyeyî di tevahî qadan de bidomînin. Em di wê baweriyê de ne ku ne pêkan e Sûriyeya siberojê bêyî beşdariya rasteqîn a jinan di tevahî qadên jiyanê, siyasî, civakî û aborî de ava bibe."