Berdevka Demê ya KJA’yê Ata di greva birçîbûnê de ye

Berdevka Demê ya KJA’yê Ayla Akat Ata di greva birçîbûnê de ye.

Grevên birçîbûnê yê bêdem û bêdorveger ên li girtîgehan didomin.

Di 18 girtîgehên cuda de, grevên birçîbûnê yê bêdem û bê dorveger ên 168 girtiyan, 52 roj derbas kirin.

Berdevka Demê ya Kongreya Jinên Azad (KJA) ya ku bi BHQ’ê de hat girtin Ayla Akat Ata ya ku bi armaca piştgirî bide grevên birçîbûnê yên li girtîgehan gihiştiye asta kirîtîk, kete roja 4’an. Ata ya ku kete greva birçîbûnê ya dorveger a 5 rojan, ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bên bidawîkirin û başkirina şert û mercên giran ên li girtîgehan, banga hestyariyê li raya giştî kir.