Ata: Jin wê vê berxwedanê bidomînin

Kongreya Jinên Azad (KAJ) di nav çarçoveya kampanyaya ‘’Ez li Rêbertiya xwe, xaka xwe, azadiya xwe xwedî derdikevim’ de starta pevgihîna jinan a li herêma Serhadê dayî destpêkirin li Agirî da.

Kongreya Jinên Azad (KAJ) di nav çarçoveya kampanyaya ‘’Ez li Rêbertiya xwe, xaka xwe, azadiya xwe xwedî derdikevim’ de starta pevgihîna jinan a li herêma Serhadê dayî destpêkirin li Agirî da.

HÛN NIKARI RASTEQÎNIYA ŞER VEŞÊRIN

Berdevkê Demê yê KJA’yê Leyla Akat Ata di pevgihîna jinan de axivî û got, ‘’Heke gel di nav şer de be em ê bêdeng nebin. Em ji bo ku li Rêbertî, xak û azadiya xwe xwedî derbikevin bi rê ketin. Divê her kes bizanibe ku ev berxwedan wê berdewam bike.’’ Ata bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abudllah Ocalan û got, ‘’ Em weke jinên KJA’yê û jinên Kurd em êdî azadiya Rêbertiya xwe dixwazin. Divê êdî tecrîd bi dawî bibe.’’

Ata têkildarî zext û zordariyên li ser çapemeniyê jîg ot: ‘’Li Tirkiyê çi qas çapemeniya muxalîf hebûn girtin. Di nav sînor de û li derveyî sînor televizyon dane girtin. Ji ber ku ditirsin. Ên kum e dişopînin JINHA û DÎHA ne lê malperên wan jî digirin. Ji ber ku ditirsin. Lê em jinên Kurdistanê de û rastî çiye dizanin. Hûn ê nikaribin jinan di xwe re bibin, hûn ê nikaribin şerê ku li Kurdistanê tê jiyîn veşêrin.’’

JI HER SAZIYA KU WE GIRTÎ EM Ê DU SAZIYAN VEKIN

Ata têkildarî şaredariyên ku qeyûmê tayinî wan hatiye kirin jî axivî û got, ‘’ ew saziyên jinan ku we dane gritin, li şûna wan em ê ne yêk du saziyên jinan ava bikin.’’ Ata bi berdewamî têkildarî fezelkeyên ku li ser wan hatine kiririn jî got, ‘’destlênedana me ne di destê we de ye, destlênedana me di nav gel de ye’’

TEKANE RÊYA KU DIÇE ÇARESERIYÊ OCALAN E

Ata got, li Tirkiyê û Rojhilata Navîn tekane rêya ku dibe çareseriyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha dewam kir, ‘’Em krîza Mûsilê û Rojava dizanin. Bila kes sînorên dema Lozanê bi me nede xwarin. Em ê di pêvajoya pêş de binerin bê ka sed sala bihurî çi ji dest me çûye û em ê bikaribin çi bi dest bixin. Dema ku têkildarî Lozanê sînor dihatin danîn jî li ser civakên ku dihatin qetilkirin ê ku herî pir kûr dibû Birêz Abdullah Ocalan e. Heke Erdogan bi vê nizane bila biçe Parastinan bixwîne. Li vî welatî tekane rêya ku diçe çareseriyê Ocalan e. Ê ku welêt bi rê ve dibin her kî be divê vê bizanibe.’’

Varto’da, Cizire’de, Silopi'dae katledilen kadınları hatırlatan Ata, “Varto’da Kürt kadınlarına ilk mesajı verdiler. Pakizeler, Seveler Silopi’de katledildiğinde KJA çalışanları olduğunu ve sivil olduklarını biliyorlardı. Ve yine Taybet Ana katledilirken Kürt kadınlarına mesaj verildi. Cizre’de katledilen Asya şahsında özgürlük isteyen tüm kadınlara mesaj verildi. Evet, biz mesajı aldık, ana vatanımız Kürdistan’da eşit özgür yaşamak istiyoruz” diye konuştu.

Ata jinên ku li Gimgim, Cizîrê û Silopyayê hatin qetilkirin bi bîr anî û got, ‘’Li Gimgimê peyam dane jinên Kurd. Dema ku Pakîze, Sevê li Silopî hatin qetilkirin dizanîbûn xebatkarên KJA’yê ne û sivîl in. Dîsa dema ku dayika Taybet hatî qetilkirin peyam dane jinên Kurd. Di şexsê Asya de ku li Cizîrê hate qetilkirin peyam dane hemû jinên azadîxwaz. Belê, me peyam stand, em li welatê xwe Kurdistanê dixwazin wekhev û azad bijîn.’’