Tulay Hatîmogûllari: Em teqez xwedî li sindoqên dengan derkevin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Kopê axivî û got, "Em ê serketinê pîroz bikin, em teqez xwedî li sindoqên dengan derkevin. Gelê me wê nehêle mejiyê talanker bê vî warî."

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê (DEM Partî) Tulah Hatîmogûllari di çarçoveya karên xwe yên hilbijartinê de li navçeya Kop a Mûşê mîtîngek lidar xist. Tulay Hatîmogûllari li bajarokê Lîzê hate pêşwazîkirin û bi konvoyek ji wesayitan kete nava navçeyê. Tulay Hatîmogûllari piştre li ber buroya hilbijartinê ya partiya xwe ji gel re axivî.

Piştî ku namzetên DEM Partiyê yên ji bo Hevşaredariya Kopê Aryan Dogan û Arafat Kardagi silav dan gel, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ji gel re axivî.

Tulay Hatîmogûllari got, "Ev coş coşa me ye, coşa me hemûyan e. Coşa serketina 31'ê Adarê ye. Me li Kopê gelek caran qezenç kir. Vî gelî her tim dengê xwe da têkoşîna xwe, da îradeya xwe. Em ê careke din li Kopê bi ser bikevin, gumana me nîne. Li pêşberî we, ez mejiyê qeyûm careke din şermezar dikim. Bi hefteyan e em li qadê ne, li çar aliyên Kurdistanê û Cîhanê di çarçoveya kampanya hilbijartinê de em digerin. Hilbijêrên ku deng dane AKP'ê jî ji vî mejiyê qeyûm, ji qeyûman bêzar bûne. Êdî kes naxwaze li bajêr qeyûman bibîne. Em ê rê nedin mejiyê qeyûm."

'EM Ê NEHÊLIN KU MEJIYÊ TALANKER BÊ VÎ WARÎ'

Tulay Hatîmogûllari diayr kir ku qeyûm li her derê diziyê dike û got, "Şaredariya Kopê mînaka vê ye. Hemû alavên Şaredariyê firotin." Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku geê Kopê wê destûrê nede ku mejiyê talanker ê qeyûm bê vî warî, wê di 31'ê Adarê de di dengdanê de bersivê bide.

BANGA JI BO XWEDÎDERKETINA LI DENGAN

Tulay Hatîmogûllari pirsa "Li dijî birçîhiştina gel û xizaniyê em amade ne ku biçin dengdanê?" kir û gel jî bi yek dengî got, "Erê."

Tulay Hatîmogûllari herî dawî bang li ciwanan kir ku xwedî li sindoqên dengdanê derkevin.

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari piştre ber bi navenda bajarê Mûşê bi rê ket.