DEM Partî li Kurdistanê bênavber dixebite

Endamên DEP Partiyê xebatên hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê bênavber didomînin, bajar bi bajar, kolan bi kolan, mal bi mal bi gel re dicivin.

XEBATÊN HILBIJARTINÊ

DEM Partî li navçeya Ebex a Wanê civîna gel li dar xist. Namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Wanê ya DEM Partiyê Neslîhan Şedal, Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt, Parlamenterê DEM Partiyê Zulkuf Uçar û gelek welatî tev li civînê bûn.

Bi sedan kes tevî barîna berfê tev li civîna gel bûn. Namzetên hevşaredariyê yên Ebexê Hatîce Atabay û Fetah Hasçelîk di civînê de anîn ziman ku ew ê ji pirsgirêkên navçeyê re bibin bersiv. 

Piştre namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal axivî û diyar kir ku ev du serdem in ku îradeya gel tune tê hesibandin. Şedal, wiha domand: "Heke armanca wan çareserkirina pirsgirêkên vî gelî be, wê demê çima ev pirsgirêk nayên çareserkirin? Em ê di 31’ê Adarê de bersivekek wisa xurt bidin faşîstan ku dê careke din nikaribin bajarên me talan bikin.” 

Şedal, ji desthilatê re got; "Hûn neçar in ku îradeya me nas bikin" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Erdogan digot, 'Hûn deng bidin me jî nedin me jî ez ê ji we re rê çêbikim, dê ji we re avê bînim.’ Lê belê hêj jî gotinên xwe pêk neaniye. Digot, ‘Ez ê zarokên we îstîhdam bikim.' Çima zarokên me li derveyî bajar dixebitin? Çima xelkê vê xakê koçber dibe? Ji ber ku li ser vî gelî, li ser jin û ciwanan polîtîkayeke qirêj tê meşandin. Di 31’ê Adarê de em ê bimînin, qeyûm dê biçin.”

Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt jî di hevdîtinê de got ku ew ê qeyûman bişînin.

Parlamenterê DEM Partiyê Zulkuf Uçar jî da zanîn ku hilbijartinên 31’ê Adarê ne tenê hilbijartinên şaredariyan in û ev tişt got: “Di heman demê de dê li ser sindoqan bibe nîşandana îradeya gelê kurd. Dê li Kurdistanê bibe hilbijartina şandina qeyûman. Dema şandina dizên ku bêyî heq bikin rûniştine ser kursiyan e. Li ser kursiyên ku heq nekirine rûniştine lê belê dê gelê kurd li her derê bersiva pêwîst bide van qeyûman û polîtîkayên wan. Ev gel 100 sal in li ber xwe dide û dê dîsa li ber xwe bide û we bişîne.” 

RIHA 

Namzetên hevşaredariyê yên navçeya Serêkaniyê ya Rihayê xebatên xwe domandin. Namzet Rahşan Yazar li taxên girêdayî navendê çû serdana welatiyan. Her wiha li gelek herêman civîn hatin lidarxistin û Yazar çû serdana nexweşan jî. Namzetê din Ugur Kahraman jî xebatên xwe li gundan domand. Kahraman li gundê Girê Sirkê bi welatiyan re civiya û bi tevlibûna şêniyên gund civîna gel li dar xist. Namzetê hevşaredariyê polîtîka û projeyên xwe vegot û welatiyan jî soza piştgiriyê dan. 

HALÎLIYE 

Namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Gulşen Ozer û Celalettîn Erkmen û namzetên hevşaredariyê yên navçeya navendî Halîliliyeyê Sema Ateş û Suphî Yilanci jî li navçeyê xebatên xwe domandin. Namzet çûn serdana saziyên çapemeniya herêmî û li nêrînên wan guhdarî k ir. Piştre jî şande çû serdana Odeya Bijîşkên Veterîner, Odeya Bijîşkan, Lijneya Şêwirmendiyê ya Rihayê û Odeya Bazirganî û Pêşesaziyê ya Rihayê. Namzet Celalettîn Erkmen di serdanê de got; “Em ê ne li gorî daxwaza alîgiran, xizmetê li gorî pêdiviyan bikin.” Erkmen diyar kir ku dê tevahiya dahatên şaredariyê bi awayeke rêk û pêk û şefan parve bikin.

EYYUBIYE 

Namzetên hevşaredariyê yên navçeya navendî Eyyubiyeyê Halîl Akbaş û Adalet Erîş jî çûn serdana esnafên li Bazara Genim û li pirsgirêk û pêşniyarên wan guhdarî kirin. Namzetan ji bo DEM Partiyê piştgirî xwestin. 

CURNÊ REŞ 

Li navçeya Curnê Reş a Rihayê baraneke zêde dibariya lê dîsa jî bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan xebatên hilbijartinê hatin domandin. Ocalan bi welatiyên hatin buroya hilbijartinê ya partiyê re civiya û bal kişand ser girîngiya Curnê Reş a di dîroka têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de. Ocalan, vegot bê ka herêm ji hêla partiyên pergalê ve çawa paşve hatiye hiştin û ev tişt anî ziman: “Divê em bibin yek û Şaredariya Curnê Reş ji kesên şaredarî veguherandin şaredariya malbatê xelas bikin û bikin şaredariya gel.” 

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî li gundan bi jinan re civiya. Uçar û jinên li gel wê derî bi derî geriyan û projeyên DEM Partiyê vegot. 

HEWAG 

Namzetên hevşaredariyê yên Hewagê Aygun Kapikayali û Îsmaîl Yildiz jî çûn serdana gundên Damlîce, îkîz, Tosîn û Qanlîawşarê. Eleqeyeke zêde ji bo namzetan hebû û namzetan gotin ku dê bi biryardariya gel bên hilbijartin û dê xizmetê bînin navçeyê.