Ji bo şehîdê Rojava Ebdulezîz Şêxo li Lozanê sersaxî hat danîn
Li Lozanê ji bo Ebdulezîz Şêxo yê ku di êrîşa dewleta Tirk de li Rojava şehîd bû, sersaxî hat danîn.
Li Lozanê ji bo Ebdulezîz Şêxo yê ku di êrîşa dewleta Tirk de li Rojava şehîd bû, sersaxî hat danîn.
Li bajarê Lozan ê Swîsreyê, ji bo Ebdulezîz Şêxo ê ku di êrîşa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de 1’ê Kanûnê li ser rêya Qamişlo-Hesekê şehîd bû, merasîma sersaxiyê hat lidarxistin.
Di merasîma sersaxiyê ya ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê hat lidarxistin de xizmên Ebdulezîz Şêxo, nûnerên Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) û gelê Kurdistanê amade bûn.
Beriya sersaxiyê ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin û li ser navê malbat û saziyên şehîd axafin hain kirin.
Berdevkê KOMAW'ê Mehmet Yilmaz di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbatê xwest û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand. Yilmaz bal kişand ser berxwedana serdemê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê û got, “Em banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xwe re esas bigirin."
Piştî axaftinên xizmên şehîd, li ser navê malbatê sersaxî hat qebûlkirin.