Endamê PE’yê bertek nîşanî serdegirtina çapemeniya azad da: Cihê zilma Erdogan li YE’yê tuneye!

Endamê PE’yê Nikolaj Villumsen, serdegirtina avahiyên Medya Haber û Stêrk Tv yên ji aliyê polîsên Belçîkayê ve nirxand û got, “Cihê zilma Erdogan di nava Yekîtiya Ewropayê de tuneye! Divê rojnameger neyên girtin, bên parastin!”

Endamê Parlamentoya Ewropayê Nikolaj Villumsen ku nûnertiya Yekîtiya Sor-Kesk a Danîmarkayê dike, bertek nîşanî êrîşa Belçîkayê ya li Stêrk Tv û televîzyonên Medya Haberê da.

Villumsen li ser hesabê xwe yê X’ê êrîşên li ser saziyên çapemeniyê şermezar kir û soza berdewamkirina rojnamegeriya azad, adil û şefaf da û ev tişt parve kir: “Cihê zilma Erdogan di Yekîtiya Ewropayê de tuneye! Çi ji aliyê Rûsya û çi ji aliyê Tirkiyeyê ve dibe, divê em azadiya çapemeniyê biparêzin. Divê rojnameger neyên girtin, bên parastin!”