BI DÎMEN

Li Cenevreyê banga 'Bila sîstema qirkirina Îmraliyê bi dawî bibe' li CPT’ê kirin

Di çalakiya ku zêdetirî 3 sal in ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her hefte li Cenevreyê tê lidarxistin de vê hefteyê jî banga jiholêrakirina pergala qirkirina Îmraliyê li saziyên rayedar hat dubarekirin.

Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê di çarçoveya pêngava "Dema Azadiyê ye” ji 25'ê Çileya 2021'an û vir ve ji bo azadiya fîzîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) çalakiya rûniştinê tê lidarxistin.

Çalakiya vê hefteyê li dora konê li Qada Natîon a ku Ofîsa Neteweyên Yekbûyî lê ye, hatiye vedan pêk hat. Çalakî di şexsê Savaş Pîran (Aydin Al) ê  di 1ê Tebaxa 2016an de şehîd bû, ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Li ser navê Komîteya Çalakiyê Veysel Dalgiç axivî û diyar kir ku zêdetirî 3 sal in ji Abdullah Ocalan ê ku 26 sal in di bin tecrîd û pergala qirkirinê ya Îmraliyê de tê ragirtin ti agahî nayê girtin. Dalgiç bal kişand ser pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî  ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ ku 7 meh berê hatiye destpêkirin. Dalgiç destnîşan kir ku gelên cihanê yên ku xwedî li ser pêngava azadiya Abdullah Ocalan derdikevin, di bingeha xwe de xwedî li paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk derdikevin.

Dalgiç got, "Em bi vê wesîleyê careke din bang li CPT (Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê), NY (Neteweyên Yekbûyî) û saziyên din ên rayedar dikin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Îmraliyê berpirsyariyên xwe demildest bi cih bînin. Heta ku azadiuya Rêber Apo misoger bibe em ê têkoşîna me bidomînin.”

Piştî axaftinê çalakiya rûniştinê berdewam kir.