Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li Zurihê hatin bibîranîn
Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên dema geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, li Zurihê hatin bibîranîn.
Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên dema geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, li Zurihê hatin bibîranîn.
Li Kantona Zurih a Swîsreyê bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) ji bo rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên dema geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, merasîma bîranînê li dar xist. Malbata rojnamevan Cîhan Bîlgîn, Hevserokên Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S), nûnerên saziyan, rojnamevan û gelek xizmên şehîdan beşdarî bîranînê bûn.
Bîranîna li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Li ser navê KOMAW'ê Îhsan Devrîm di bîranînê de axivî û got: “Dijmin bi awayekî bêexlaqî êrîş dike. Her kesên ku vê têkoşînê diparêze weke dijmin dibîne. Bi salan e êrîşî Çapemeniya Azad dikin. Em pênûsa şehîdan li erdê nahêlin.”
Li ser navê malbatên şehîdan apê Cîhan Bîlgîn, Metîn Bîlgîn axivî. Bîlgîn got, “Ez li ser navê malbata şehîd Nazim û şehîd Cîhan we silav dikim. Ew şehîdên gelê Kurd ê bi rûmet in. Serê gelê Kurd sax be.”
Birayê Cîhan Bîlgîn bal kişand ser êrîşên li ser Rojava û wiha axivî: “Dewleta Tirk li dijî destketiyên gelê Rojava timî di nava helwesteke êrîşkar de ye. Bi awayekî hovane êrîş dike. Xebatkarên Çapemeniya Azad ji ber rastiyan derdixin holê her tim dibin hedefa dewleta Tirk. Em ê têkoşîna wan bidomînin.”
Li ser navê hevalên şehîdên Çapemeniya Azad Cîhan Olmez axivî û ev tişt got: “Ji niha û pê ve erka me ya herî mezin ew e ku em berxwedan û têkoşîna wan hîn zêdetir bimeşînin. Îro bi saya têkoşîna azadiyê bi sedan, bi hezaran xebatkarên çapemeniyê hene.”
Aktîvîsta TJK-E Sozdar Sîdar jî axivî û wiha got: “Eger azadî hêsan bûya heval Bêrîvan û heval Ronahî bedena xwe nedidan ber agir. Bi rastî jî têkoşîn bê bedel nabe. Cîhan û Nazim jî şervanên heqîqetê bûn. Wan bi nûçeyên xwe konsepta şerê taybet hilweşand.”